Neviyên Seyît Riza di nobeta sînor de ne
Neviyên Seyît Riza di nobeta sînor de ne
Neviyên Seyît Riza di nobeta sînor de ne
Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê di nav de neviya Seyîd Riza, Zarîfe Polat jî ku heye Zarokên Ocaxên Elewî ya Dêrsimê nobedarên berxwedanê yên li gundê Mahser ziyaret kirin, dest bi nobetê kirin.
Bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê li gundê Mehser her ku diçe çalakiya nobetê mezin dibe û didome, herîkîna gel a qadê didome. Ji bo tevlîbûna nobeta berxwedana Kobanê Zarokên Ocaxên Elewî û neviya Seyît Riza, Zarîfe Polat ku hatin gundê Mehser, li vir Velî Aytaç ku daxuyanî da, DAIŞ û yên destekê didinê lanet kir.
Polat ev bang kir: “Em weke Zarokên Ocaxên Elewî yên Dersimê bang li hemû kesên biwijdan, dinavbera însanan de cudakarî nakin û hemû baweriyên ji heq bawer dikin, li hemberî qirkirina Kobanê nebin temaşevan dikin.”
Endamê Komeleya Ocaxên Elewiyan a Dêrsimê Pîr Hayrî Sonmez got: “Ez bang li hemû gelên dinyayê dikim. Çeteya jêre DAIŞ tê gotin vê destekê ji kû digire; cesaretê ji kê digire. Em bê ku bêjin ol, ziman, nijat, mezheb hemû mirovan wekhev dibînin.”
‘KOBANÊ BU PAYTEXTA DINYAYÊ’
Herî dawî jî Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Eyşê Efendî ku axivî diyar kir gelê Dêrsimê yên gelek komkujî derbas kirine îro destekdayîna wan a ji bo Kobanê pir bi wate ye. Eyşê Efendî diyar kir ji bo komkujiyên li Dêrsim, Hewlêr û Mahabadê çêbûne dubare nebin Kurd di nava hevkariyê de ne û wiha dewam kir: “Dilê çar parçeyên Kurdistanê bi hev re lêdide. Îro dilê Kurdan li Meştenur lê dide. Em niha li vir in. Rûpelekî bi xwîna zarokên me vebûye. Li ber çavên tevahî dinyayê. Kobanê niha bû dilê çar parçeyên Kurdistanê û paytextê dinyayê.”
Piştî daxuyaniyê yên ji Dêrsimê hatin, pîrên Elewî û neviya Şêx Seîd, Zarîfe Polat ji bo Kobanê duaya Loqumê kirin li ser welatiyên di nobetê de bûn loqum belav kirin.