Neqla herî berfireh a rû hat kirin

Zanîngeha New Yorkê ya li DYA, neqla berfireh a rû ya ji ser çav, çermê por, guh û rêyen sehker, pêk anî.

Zanîngeha New Yorkê ya li DYA, neqla berfireh a rû ya ji ser çav, çermê por, guh û rêyen sehker, pêk anî. Neqla rû li arkujekî berê yê ku di sala 2001'an de bi giranî şewitî, hat kirin.

Zanîngehê ragihand ku ji bo emeliyata 36 saetan, ev saleke 150 kes dixebitîn. Hat gotin ku emeliyat di dawiya meha Tebaxê de hatiye kirin û emeliyat herî berfireh a rû ya dîrokê ye.

Arkujê bi navê Patrîck Hardîson (41) ê di sala 2001'ê de li Mîsîsîpî dijiya, rû û sînga wî bi temamî şewitî bû. Her wiha beşeke mezin a guh, lêv, bêvil û porên wî şewitî. Neqla rû li Hardîson hat kirin.

Yekemîn neqla rû ya li cîhanê, di sala 2005'an de li Fransayê ji aliyê Profesor Bernard Devaûchelle ve hatibû kirin. Di emeliyata li Fransayê de bêvil, lêv û çeng hatibûn veguhastin.

Neqla temamiya rû jî, dîsa li Fransayê di sala 2010'an de hatibû kirin.