Navenda Tenduristiyê ya Kobanê banga lezgîn kir

Navenda Tenduristiyê ya Kobanê banga lezgîn kir

Navenda Tendurisityê ya Kantona Kobanê bang li sazî û rêxistinên navneteweyî û mirovahî kirin ku alîkariya derman û amûrên tenduristiyê ji wan re bişînin.

Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê, Navenda Tenduristiyê ji ber kêmbûna derman û pêdiviyan  li rastî gelek astengiyan tê. Navendê heta niha 6 caran alîkarî li koçberên ku li gundê Til Şeîrê bicih bûne belav kirine.

Li gundê Til Şeîrê herî kêm 2500 koçberên herêma Kobanê dijîn û pêdiviyan hemûyan bi alîkariyên lezgîn heye. Navenda tenduristiyê gelek caran serdana wan kiriye û li gorî derfetên xwe yên heyî alîkarî bi wan re kiriye.

Ji ber rewşa zivistanê û dijwariya rewşa welatiyên li ser sînor, bijîşkan derman û pêdiviyên demsala zivistanê û şîrê zarokan belav kirin.

Ji ber kêmbûna dermanan Navenda Tendurisityê ya Kantona Kobanê bang li sazî û rêxistinên navneteweyî û mirovahî kirin ku alîkariya derman û amûrên tenduristiyê ji wan re bişînin.