Navenda Ronî ya Jinê hate şewitandin

Navenda Ronî ya Jinê hate şewitandin

Navenda Jinê a Ronî li bajarê Qamişlo, ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hate şewitandin.

Navenda Jinê a Ronî li Taxa Xerbî ya Qamişlo ber bi serê sibehê ve seet derdora 04.00’an de ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hate şewitandin. Şewata ku di avahiyê de derket, ji aliyê şêniyên taxê û ekîbên îtfayeyê ve hate vemirandin. Di encama şewatê li avahiyê ziyana maddî pêk hat.