Navenda El-Qaîde ya Serêkaniyê ket destê YPG

Navenda El-Qaîde ya Serêkaniyê ket destê YPG

Li Serêkaniyê piştî pevçûnên dijwar ku duh bi êrîşa Cephet El-Nusra ya girêdayî Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam destpê kiribûn, navenda van koman ku girêdayî El-Qaîdeyê ne ket destê YPG’ê.

Li Serêkaniyê pevçûnên ku duh piştî êrîşa Cehpet El-Nusra ya li dijî wesayita YPJ’ê destpê kirin, didomin. Di pevçunên duh de navenda koma bi navê Emil Mislimin ku ew jî girêdayî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ye û navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê ketibûn destê YPG’ê. Her wiha di pevçûnan de 8 êrîşkar hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di pevçûnan de şervanê YPG Rustem Elî (Qehreman) jî jiyana xwe ji dest dabû.

Hêzên YPG’ê piştî ev navend bi dest xistin, navenda Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam a Serêkaniyê ya li Taxa Mehetê dorpêç kir. Li gorî agahiyan li vir heta saetên serê sibehê pevçûnên dijwar qewimîn û gelek çekdar ji vê navendê reviyan û li depoyên genim ên li nêzî sînorê bakûrê Kurdistanê bicîh bûn. Endamên van koman ji van depoyên genim jî topên hewanê êrîşî bajêr kirin. Hate ragihandin ku pevçûnên herî dijwar dîsa li navenda Dewleta Îslamî saet derdora 04.00-05.00’dan de qewimîn. Piştî van pevçûnan jî navend saet derdora 08. 00’an de jî ket destê şervanên YPG’ê. 

Hate ragihandin ku pevçûn niha li nêzî depoyên genim didomin.

Dewleta Îslamî li Iraq û Biladî Şam ji baskên El-Qaîde yên Iraq û Suriyê pêk tê û çend meh beriya niha bi daxuyaniyeke li ser înternetê îlana wê hatibû kirin. Di vê daxuyaniyê de hatibû gotin ku rêxistina wan a Suriyê Cephet El-Nusra ye. Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin ku Rêxistina Dewleta Îslamî girêdayî El-Qaîdeyê ye û hedef dike ku li Iraq, herêmên wekî Suriye, Lubnan, Urdun û Filist ku wekî “Biladî Şam” tên binavkirin dewletek yekbûyî ya Îslamî ava bikin.