Nasnameya şervanê YPG’ê hate aşkera kirin
Nasnameya şervanê YPG’ê hate aşkera kirin
Nasnameya şervanê YPG’ê hate aşkera kirin
Navenda Çapemeniyê YPG’ê nasnameya şervanê ku di pevçûnên îro li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanê YPG᾿ê Rustem Elî yê bi nasnav Qehreman jiyana xwe jidest daye. Cenazeyê Elî wê sibe li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî bê definkirin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê di derbarê pevçûnê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, îro di demjimêrên nîvro de komeke çekdar ên girêdayî Dewlet El-Îraq û Şamê ku El-Nusra jî di nav de cih digire, şervanekî YPG᾿ê dîl girtiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser vê yekê pevçûn derketine û di encama pevçûnan de şervanê YPG᾿ê Rûstem Elî yê bi nasnav Qehreman jiyana xwe jidest daye.
Hate hînbûn ku Rustem Elî zewicî ye. Di vê navberê de herdu xwişkên Rûstem Elî yên bi navê Hêlîn Elî ya 18 salî û Bêrîvan Elî jî dîsa li Serêkaniyê di topbaranên Artêşa Azad ya 27’ê Çileya 2013’an de de jiyana xwe ji dest dabûn.
Li aliyê din Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku, cenazeyê Rûstem Elî dê sibe di demjimêr 17.30᾿an de ji ber Saziya Malbatên Şehîdan bê wergirtin û ber bi goristan Şehîd Rûstem Cûdî ya li Gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ve were oxirkirin. Saziya Malbatên Şehîdan bang li welatiyan kir ku bi girseyî tevlî merasima cenaze bibin.