Nasnameya şervanê MLKP Paramaz hat aşkerakirin

Nasnameya şervanê MLKP Paramaz hat aşkerakirin

MLKP'ê da xuyakirin ku şervanê MLKP'ê Paramaz ê di 7'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da Suphî Nejat Agirnasli ye.

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP'ê ya di malpera mlkp.info de hat weşandin hat ragihandin ku şervanê MLKP'ê yê di 7'ê Cotmehê de li Kobanê jiyana xwe ji dest daye Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) e.

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya MLKP de wiha hat gotin:

"Wî, temenê xwe yê di 22'ê Îlona 1984'an de destpê kir, di sala 30. de, ji bo li dijî DAIŞ a faşîst şer bike û li hemberî planên dewletên herêmî yên mêtînger û emperyalîst ên şikandina vîna azadiyê, kir bend û bi navê Paramaz Kizilbaş di çeperên şoreşgerî yên Kobanê de veguherand alê.

Rêheval Suphî Nejat navê ku li nav çeperên şer ên rêhevalên xwe yên welatparêz ê YPG'yî hilbijart, ji bo dîtina cîhana wî ya hest û ramanê, bi têra xwe bes bû. Biryara dildariya Kobanê û pratîka wî ya têkbirina mirinê, nîşaneya herî zelal a vê yekê ye.

Partiya me wê şerê xwe yê azadî û sosyalîzmê, weke yekîneya feda têkoşîna xwe dewam bike, ji bo alên nemiran bigihîne asta herî bilind, wê hemû hêz û tecrûbeya xwe nîşan bide. Dilsoziya bi îdealên cangoriyên şoreşê, nirxa me ya bingehîn a îdeolojîk e. Em ê vê nirxê her tim di asta herî bilind de rabigirin."