Nasnameya gerîlayekî di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest da aşkera bû

Nasnameya gerîlayekî di sala 1999'an de jiyana xwe ji dest da aşkera bû

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîlayekî di sala 1999'an de li herêma Bestayê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. Komîteyê ji malbata gerîlayê bi nasnav Mazlûm re, nameyek şand.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin, ku Yakûm Sevîm bi nasnav Mazlûm ê di sala 1980'ê de li gundê Çinaronu yê navçeya Mêrdîn Stewrê ji dayik bû, di 25'ê Kanûna sala 1999'an de di şerekî ji ber operasyona li herêma Bestayê de jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku gerîla Mazlûm li herêmên Botan û Bestayê maye û wezîfeya fermandariya manga kiriye.

Di nameya ji malbata gerîla Mazlûm re hat şandin de hat gotin, "Ji ber sedemên; şert û mercên em tê de derbas dibin, hin zehmetiyên ji ber mercên têkoşînê û xwenegihandina navnîşana we, di xwegihandina we de em hinekî dereng mane. Em hêvîdar in ku hûnê me fêm bikin."

Di nameyê de wiha hat gotin: "Hevalê me yê dozê yê leheng û bi rûmet, ewladê we rêhevalê me Mazlûm, ku doza azadiya gelê Kurdistanê weke yekane wateya jiyana xwe dît, ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliyê de ji bo azadiya welatê me, azadiya gelê Kurd, jiyaneke bi rûmet a mirovahiya cîhanê, bi hezkirin, dilsozî û fedekariyeke mezin a li pêşberî welatê xwe û Rêber Apo xebitî, di 25.12.1999'an de di şerekî li dijî hêzên dewleta Tirk a mêtînger a li Botan-Bestayê de, bi lehengî şer kir û şehîd ket."

Di nameyê de sersaxî ji malbatê û tevahiya gelê Kurdistanê re hat xwestin û hat gotin, "Em êşa we di kûrahiya dilê xwe de parve dikin û dixwazin ku hûn bizanibin, weke rêhevalên wî yên çekê, herî kêm bi qasî we, em bi şehadeta wî êşiyane. Em hewl dibin bi hilgirtina çek û ala wî re û bi bilindkirina têkoşîna di xeta şehîdan de, vê êşa xwe kêm bikin. Em li bendê ne ku hûn weke ferdên malbatê yên bi qîmet, şehadeta hatiye jiyîn bi sebir û metaneteke mezin pêşwazî bikin û di heman çarçoveyê de nêz bibin."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Ji dil em bawer in, ku têkoşîna afiranda welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêbertiyê de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên leheng e, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me re mezintir bibe û bigihêje serketinê.

Li ser vê bingehê em careke din dibêjin bila serê we sax be, ji kûrahiya dilê xwe em silav û hurmetên xwe pêşkêşî we dikin."