Nasnameya du gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Nasnameya du gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Li bakurê Şengalê 26-30’ê Îlonê şer û pevçûnên rû dan 103 çete hatin kuştin û gerîlayê ku bi giranî birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku gerîlayek jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê nasnameya du gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şer ûpevçûnên li bakurê Şengalê di 26’ê Îlonê de dijwar bûn, 103 çete hatine kuştin û wiha hate gotin: Di van şer û pevçûnan de hevalê me Gîvara Şemsi – Şaxawan Îsmaîl Riza  bi giranî birîndar bû û tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin. Em hevalê xwe Gîvara ku bi cesaret û fedekariyek mezin têkoşiya bi rêz bi bîr tînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayek jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest daye û wiha hate gotin: “Cuma Gever-Ridvan Atîla di 3’ê Îlonê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê gihişt şehadetê.
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Şaxavan Îsmaîl Riza Hesen bi nasnav Gîvara Şemsî 26’ê Îlona 2014’an li Şengalê di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Ridvan Atîla bi nasnav Cuma Gever yê li Colemêrgê hatiye dinê, 3’ê Îlona 2013’an li Herêmên Parastinê yênMedya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.