Nasnameya 8 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane hate aşkera kirin
Nasnameya 8 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane hate aşkera kirin
Nasnameya 8 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane hate aşkera kirin
Komîteya Şehîdan ya KCK’ê nasnameya 8 gêrîlayên di navbera salên 1990-2000’an de di tekoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Komîteya Şehîdan ya KCK’ê nasnameya 8 gêrîlayên ku di şerên sala 1990 û 2000’an de jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kir. Ji ber sedema şertên şer û termên gêrîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dayîn pêleyîstibûn, nasnameyên wan aşkera nekiribûn û hema raste rast veşartibûn, Komîteya Şehîdan ya KCK’ê gêrîlayên nasnameyên wan nediyar lêkolîn kirin û got: “Me xwe gihand nasnameya 8 gêrîlayên qehreman ên bêy ku xwe bidin paş canê xwe danîne holê.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wek gelê herî qedîm ê dîrokê, ji bo em hewl didin bi ziman û çanda xwe bijîn û her wiha ji bo em dixwazin çarenûsa xwe bi awayekî azad tayîn bikin, em bi feraseteke serwer a hewl dide hebûn û rûmeta me tune bihesibîne û ji holê rake re rû bi rû ne. Divê were zanîn û bawerî pê were kirin ku em ê li hemberî dijminê ku tevayî gavên me yên aştiyane wek lewaziyekê dibîne, ji bo destê aştiyê yê me dirêj kiriye bişkîne êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me mehkûmî pêşerojeke bêrûmet bike, di rêya şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî em ê têbikoşin.”
Komîtaya Şehîdan a KCK’ê da xuyakirin ku ji bo êşên dayikên Kurdistan bên bidawîkirin, li Kurdistanê jiyaneke azad û bi rûmet pêş bikeve di nav şert û mercî de bi awayekî fedayiyane wê şer bikin û ev xal destnîşan kir: “Em jidil bi bawer in ku, wê têkoşîna avakirina welatekî demokratîk û azad a di xeta Rêbertiya me de ku armanca esasî ya şehîdên me bû, bi berxwedana bi heybet a gelê me wê hîn zêdetir bilind bibe û bigihêje serketinê.”
Nasnameya gêrîlayên ku di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Navê Kod: Reşit
Nav: Abdullah Avşar
Dîroka Dayîkbûnê: 1977 - Şirnex
Di 29.01.1999’an li Şirnexê jiyana xwe ji dest d
Navê Kod: Bihara Rengîn
Nav: Hamidiye Avşar
Dîroka Dayîkbûnê:1977/Cizîr
Di 17.09.1995’an de Li Botanê jiyana xwe ji dest da
Navê Kod: Aslan
Nav: Şuayip Dogan
Dîroka Dayîkbûnê:1978/ Mêrdîn
Di 1997’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da
Navê Kod: Rizgar
Nav: Cemîl Adiyaman
Dîroka Dayîkbûnê: 1975/ Şirnex
Di 16.08.1991’an de li Garzanê jiyana xwe ji dest da
Navê Kod: Bêrîvan Urfa
Nav: Hanife Çelîk
Dîroka Dayîkbûnê:1977 / Wêranşar
Di 30.04.1995’an de jiyana xwe ji dest da
Navê Kod: Huseyîn
Nav: Şaban Yorulmaz
Dîroka Dayîkbûnê: 1972/Semsûr
Di 1994’an de jiyana xwe ji dest da
Navê Kod: Zinar
Nav: Tekîn Devrîm
Dîroka Dayîkbûnê: 01.01.1978 /Mûş
Di 1999’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da
Kod: Serhat
Nav: Abdurahman Gure
Dîroka Dayîkbûnê:1973/Şirnex
Di 13.02.1994’an de li Botanê jiyana xwe ji dest da