Nasnameya 5 şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 5 şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê navê 5 şervanên YPG᾿ê yên ku di pevçûnên li gundê Siwêdiyê di navbera YPG᾿ê û Çekdarên Ebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam de, jiyana xwe jidest dane eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG᾿ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di şeva 16᾿ê Tîrmehê de çekdarên Cebhet El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam êrîşî benda kontrolê ya YPG᾿ê li Meheta gundê Siwêdiyê kirine û di encamê de pevçûn derketine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin di pevçûnên ku 16᾿ê Tîrmehê destpê kirin û heta 19᾿ê Tîrmehê dom kirin de 5 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe jidest dane. 

Nasnameyên 5 şervanên YPG᾿ê weha ne:

Nav  û Paşnav: Textor keleş
Nasnav: Rêber Salih
Navê Dayikê: Rewşen
Navê Bav: Salih
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrik gundê Band Şikeftê 1993
Di sala 2011᾿an de li gundê Bana Şikeftê yê Dêrikê tevlî nava refên YPG᾿ê bûye û di 19᾿ê Tîrmeha 2013᾿an de li gundê Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye.

Nav û Paşnav: Cebar Birahîm Derwêş
Nasnav: Baran Koçer
Navê Dayikê: Ezîme
Navê Bav: Birahîm
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Dêrik gundê Girasor Feqe 1992
Di 19᾿ê Tîrmeha 2013᾿an de li gundê Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye.

Nav: Mihyeldîn
Nasnav: Zinar
Navê Dayikê: Xezne
Navê Bav: Hisên
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrik 1989
Di sala 2011᾿an de li Dêrikê tevlî nava refên YPG᾿ê bûye û di 19᾿ê Tîrmeha 2013᾿an de li gundê Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye.

Nav  û Paşnav: Egîd Sadiq
Nasnav: Mazlûm Dêrik
Navê Dayikê: Gozel
Navê Bav: Salih
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrik 1994
Di sala 2012᾿an de li Dêrikê tevlî nava refên YPG᾿ê bûye û di 19᾿ê Tîrmeha 2013᾿an de li gundê Siwêdiyê jiyana xwe ji dest daye.

Nasnav: Xebat Dêrik