Nasnameya 3 gerîlayên HPG û şervanê YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya 3 gerîlayên HPG û şervanê YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dan
Nasnameya 3 gerîlayên HPG û şervanê YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 19, 20 û 21'ê Cotmehê de 3 gerîlayên HPG'ê û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 19, 20 û 21'ê Cotmehê yên li hemberî Şengalê de 3 gerîlayên HPG'ê û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane.
Nasnameya gerîlayên HPG'ê û şervanên YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Orhan Şêx Kamber bi nasnav Cûdî Rustem ê di sala 1994'an de li Helebê ji dayik bûye, di 19'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Barê yê Şengalê jiyana xwe ji dest da.
Apo Hussî bi nasnav Polatcan Agirî yê di sala 1993'an de li Reqqayê ji dayik bûye, di 19'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Barê yê Şengalê jiyana xwe ji dest da.
Yavûz Elîk bi nasnav Karker Sema yê di sala 1981'ê li Agirî ji dayik bûye, di 20'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Solak ê Şengalê jiyana xwe ji dest da.
Îsmaîl Xidir bi nasnav Zinar Xidir ê di sala 1992'an de li Şengalê ji dayik bûye, di 19'ê Cotmeha 2014'an de li gundê Barê yê Şengalê jiyana xwe ji dest daye.