NASA'yê şandina maşîna fezayî InSight betal kir

Şandina maşîna fezayî InSight ku ji aliyê NASA ve ji bo lêkolînên sîsmolojîk ên li Marsê hat amadekirin, betal bû.

Şandina maşîna fezayî InSight ku ji aliyê NASA ve ji bo lêkolînên sîsmolojîk ên li Marsê hat amadekirin, betal bû.

Di daxuyaniya Daîreya Hewakarî û Fezayî ya Amerîka (NASA) de hat ragihandin ku amûrên pîvandinê yên maşîna fezayî ku wê di meha Adarê de bihata şandin, zerar dîtine. NASA'yê diyar kir ku çareserkirina xisara rû daye, heta meha Adarê nepêkane, lewma diyarkirina demekê ji bo şandina maşîna fezayî, hînê zû ye.

Bi maşîna fezayî InSight re, ku ji bo lêkolînkirina tevgeren sîsmolojîk ên li Marsê hatiye amadekirin, tê xwestin ku agahiyên binê erdê yên gerstêrka sor werin berhevkirin.

Tevî lêkolînên li ser dîtina avê li Marsê, tê meraqkirin ku mîna cîhanê li Marsê jî av di binê erd de heye yan na.