Muslim: Pêwistiya Rojava bi hikûmeteke sivîl heye

Muslim: Pêwistiya Rojava bi hikûmeteke sivîl heye

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ji ber pirsgirêkên heyî yên li herêmê, pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeteke sivîl heye û destnîşan kir ku ji bo vê yekê deriyê wan ji herkesî re vekiriye. Muslim der heqê êrîşên komên çete de jî diyar kir ku ti hêz wê nikaribe bexwedana gelê Rojava bişkîne.

Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê geşedanên li Rojava li Otela Çarçira ya Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û tirkî hat dayîn. 

Muslim diyar kir ku gelek alî dibêjîn Kurdên Rojava wê hikûmetê ava bikin, lê tiştek wisa tuneye û ji ber ku Kurd tenê dixwazin heta pirsgirêka giştî ya Sûriyê çareser dibe ew ê wek aliyê kurd ji bo Rojava rêveberiyek sivîl ya demî ava bikin û wiha got: “Em dixwazin tevayî beşên civakê, hemû gelên xwediyê bawerî û netewên cuda, hemû fikir û birdoziyên ku li Rojavayê Kurdistanê hene cihê xwe di nava vê rêveberiyê de bigrin. Ji ber ku em jî parçeyek ji welatê Suriyeyê ne û em hem ji bo giştî Suriyeyê hem jî ji bo herêmê ne xeter in.” 

"PÊWIRSTÎ BI AVAKIRINA HIKÛMETA DEMÎ HEYE"

Muslim destnîşan kir ku li Rojava pirsgirêkên weke xwarin, vexwarin, sotemenî, elektrîk û bi kurtî xizaniyek bêhempa heye. Ji bo vê, em pêwîstî bi avakirina hikûmetek sivîl ya demî dîbînin ku bikaribe li çareseriya van pirsgirêkan bigere axaftinên xwe wiha pêde çû; “Deriyê me ji her kesî re vekiriye ku bê cihê xwe din ava vê reveberiyê de bigre.”

Muslim der barê şerê Serêkaniyê yê di navbera hêzên YPG’û komên çete yên girêdayî Eniya El Nusra de weha axivî: “Piştî ku hêzên YPG’ê Serêkaniyê ji komên çete yên Eniya El Nusra rizgar kir, van çeteyan li gelek deverên din bi taybet li Til Ebyat (Girê Spî) êrîşî hêzên YPG’ê kirin û di mizgeftan de bang li ereban kirin da ku di navbera ereb û kurdan de şer û dijminiyê derbixin. Her wiha van komên çete bi sedan welatiyên sivîl dîl girtin, malên wan talan kirin, hinek ji wan sivîlan bi êşkenceyên giran re derbaz kirin. Lê nekarîn berxwedana gelê Rojava û YPG’ê bişkênin.” 

Hevserokê PYD'ê Muslim balkişand ser herêmên weke Çilaxa û gelek deverên din cihên nekaribin bikevinê bi guleyên hewanan û êrîşên cuda êrîşî ser gel û hinek bendên qontrolê yên girêdayî asayişê û da zanîn ku weke hemû dever û bajarên Rojava li vê derê jî hêzên YPG’ê û gelê kurd yê deverê rê nedan komên çete ku bigihin armanca xwe. Muslim bang li hemû hêzên navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku zextê li ser wan dewletên ku destêkê didin komên çete yên li dijî kurdan şer dikin, bimeşînin da ku dawî li van êrîş û polîtikayên xwe yên dijî mirovahiyê û dij exlaqî berdin. 

Her wiha piştî di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de Muslim pirsên rojnamegeran bersivand.