Muslim: Divê Kurd beriya her tiştî bibe Otorîte

Muslim: Divê Kurd beriya her tiştî bibe Otorîte

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku, di rewşa heyî de pêwistiya Kurdan bi otorîtebûyînê heye û got, eger valahî derkeve, wê hêzên derve vê valahiyê dagire. Muslim der heqê girtina deriyê sînor ê Sêmalka de bang li rayedarên hukûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku, deriyê sînor ê xizmetî gel dike, nekin mijara nakokiyên siyasî. 

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, tevlî Bernameya Taybet a NÛÇE TV bû û der heqê mijarên, 2. Konferansa Cenevre ya Navnetewî, nêzîkatiya Rûsya û Emerîka li Kurdan, aloziya li Efrînê, girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka, helwesta neyînî yên partiyên li Rojavayê Kurdistanê û statuya Kurdan de bersiv da pirsên rojnamevan Amed Dîcle.

"BERIYA HERTIŞTÎ PÊWISTÎ BI OTORÎTEYEKE XURT A KURDAN HEYE"

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim helwesta hin partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî vîna Desteya Bilind derdikevin rexne kir û destnîşan kir ku, li Rojavayê Kurdistanê di rewşa heyî de beriya her tiştî pêwistî bi otorîteyekê heye. Muslim da xuyakirin ku, eger Kurd di nava xwe de otorîteyekê ava nekin, wê otorîteyeke ji derve xwe li ser herêmê ferz bike û ji ew hêzên Kurdan ên li dij vîna Desteya Bilind û YPG'ê derdikevin re ev nirxandin kir:

"Gelo otorîteya li Rojavayê Kurdistanê em Kurd bin baş e, yan rejîm an jî dewlet be baş e? Daxwaziya me avakirina otorîteyeke xurt a Kurdan e. Kêmasî dibe ku hebin, em dikarin di nava xwe de çareser bikin. Lê bêotorîteyî, valahî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji xwe weke koalîsyona tevahiya hêzên li rojava Desteya Bilind hatiye damezrandin. Barê vê gavê li ser milê me, barekî gelekî giran e. Em bi tena serê xwe têra rakirina vî barî nakin. Em dibêjin werin bi awayekî maqûl em bi hev re vî barî rakin. Yên vî karî dimeşînin zarokên vî gelî ne, ji ezmanan nehatine. Kêmasiyên me hebin jî em dikarin bi hev re bi perwerdekirinê çareser bikin."

"HEDEFA DESTEYA BILIND AVAKIRINA PARLAMENTA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE"

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bibîr xist, ku yek ji biryarên destpêkê yên avakirina Desteya bilind ji herdu meclîsan ew bû, ku ev Deste bibe otorîteyek û dûre bi hilbijartinekê parlamenta Rojavayê Kurdistanê destnîşan bike. Muslim got, "Lê mixabin Encumeta Niştimanî ya Kurdên li Sûriyê, di nava Desteya Bilind de gelekî lawaz dimeşe. Nîvê Desteya Bilind a ji Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûrî pêk tê, nameşe, lewma ev pirsgirêk derdikevin. Me ji destpêkê ve gotin, em di warê prensîp de amade ne, di dema pêş de hilbijartinekê pêk bînin û parlamenta Rojavayê Kurdistanê ava bikin. Lê belê di rewşa niha de pêwistî otorîteyeke xurt a yekane û bi hêzkirina YPG'ê heye."

"BERXWEDANA EFRÎNÊ, XAYIN JÎ JI NAVA KURDAN QEWIRAND"

Hevserokê PYD'ê der heqê êrişên dawî yên li dijî Efrînê de diyar kir, ku sedema bingehîn a van êrişan rewşa stratejîk a Efrînê bû. Muslim got, "Li Efrînê jî qada Şêrewa gelekî stratejîk e. Beriya çete êriş bikin, hêzên rejîmê xwestin vê derê têxe bin kontrola xwe, lê bi berxwedana PYD'ê bi ser neket. Piştre , nêzî 20 tabûrên çeteyan dor li Efrînê girtin û êrişî van gundan kirin. Lê me zanîbû wê bi berxwedana gel û PYD'ê serketin bi dest bikeve. Di encama berxwedana 25 rojan de ew çete hemû şûnde çûn. Bi van êrişan re xayinên li nava Kurdan jî zelal bûn û ji nav gel derketin. Gelê Efrînê berxwedaneke bêhempa nîşan da. Hin welatiyên sivîl rahiştin çekên xwe yên nêçirê û tevlî refên YPG'ê bûn. Berxwedana me ji bo şeref û namûsa me ye." 

"DERIYÊ SÎNOR JI BO GEL E, NABE BIBE MIIJARA NAKOKIYÊN SIYASÎ"

Salih Muslim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo gel û destnîşan kir ku, deriyê sînor xizmetî gel dike, divê nebe mijara nakokiyên siyasî. Muslim helwesta Hukûmeta Başûrê Kurdistanê ya di vê mijarê de rexne kir û ev xal destnîşan kir:

"Li gorî peymana li Hewlêrê hat morkirin, diviyabû hukûmeta Başûrê Kurdistanê dest li Rojava wernede, diviyabû bêalî bûya. Bi girtina deriyê sînor re, hukûmeta herêmê biryareke şaş da. Gel dibêje; başe hûn partiyên siyasî li hev nakin, lê çima hûn çûn û hatina derman, xwarina me li ser me dibire. Lewma me xwest bi ti awayî deriyê sînor nebe navgîneke nakokiyên siyasî. Hatineyên ji gumrukê dikin pirsgirêk. Lê Desteya Bilind bi xwe van hatineyên gumrukê li saziyan belav dike. Dadgeh, YPG û saziyên din, saziyên netewî ne, ne yê PYD'ê ye. Eger dixwazin em dikarin hatineyên gumrukê bi temamî rakin, tenê bila bihêlin gel dermanê xwe xwarina xwe derbas bike, biçe û bê."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ku sekna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî bê alî ye, lê rayedarên hukûmetê vê bêalîbûniya xwe nikarin biparêzin û dest li rojava werdigin. Muslim ji rayedarên hukûmeta Başûrê Kurdistanê xwest, helwesteke bêalî nîşan bidin.

2. KONFERANSA CENEVRE YA NAVNETEWÎ

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der heqê danûstandinên şandeya Desteya Bilind a li Rûsyayê û amadekariyên 2. Konferansa Navnetewî ya Cenevreyê de da xuyakirin, ku ji ber ne zelalî û derneketina temsîlkariyekê ji mûxalefeta Sûriyê konferans heta niha pêk nehatiye. Muslim ragihand, ku li gel hewldana dijber a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî, dê Kurd bi navê Desteya Bilind di konferansê de were temsîlkirin.Eger em tevlî konferansa Cenevreyê bibin, li ser Sûriyê wê mafê me yê gotinê jî hebe."

"RÛSYA GERM NÊZÎ DAXWAZÊN ME YÊN JI BO STATUYA KURDAN DIBE"

Salih Muslim nêzîkatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsyayê ya li Kurdan nirxand û diyar kir ku, herdu hêz jî dibêjin pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navxweyî ya Sûriyê ye. Muslim anî ziman ku ew jî vê tespîtê qebûl dikin, lê destnîşan dikin ku divê her tişt ji destpêkê ve were zelalkirin û weha peyivî:

"Li Rojavayê Kurdistanê nêzî 3.5 milyon Kurd hene. Divê statuya me ji niha ve bê diyarkirin. Eger rejîma Bees biçe û di şûna wê de rejîmek jê xerabtir were, em nikarin qebûl bikin. Siyaseta me ya heta niha xweparastina rewa ye. Rûsya me piştrast dike, daxwazên me piştrast dike. Lê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi eşkere dibêje na, divê hûn doza tiştekî nekin. Bila destpêkê rejîma Sûriyê bikeve, dûre guhertin dikarin werin nîqaşkirin. Dibêje niha dengê xwe nekin. Yên înkara hebûna Kurdan dikin vê dibêjin. Ji ber vê yekê, di warê naskirina statuya Kurdan de, em Rûsya hîn bêtir ji xwe re nêzîktir dibînin. Rûsya hebûna me dipejirîne. "

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim herî dawî, ji tevahiya gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê spas kir ku heta niha gelê Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehiştiye.