Musa Bayram hat definkirin
Musa Bayram hat definkirin
Musa Bayram hat definkirin
Li Dîlokê di encama êrîşên faşîstan ên li hemberî çalakiyên piştgiriya Kobanê welatiyê bi navê Musa Bayram ê ku jiyana xwe ji dest da li ser axa ku lê ji dayik bûye ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Li Dîlokê di encama êrîşên faşîstan ên li hemberî çalakiyên piştgiriya Kobanê welatiyê bi navê Musa Bayram bi çeka keleşê bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Bayram anîn Beldeya Uzungeçîta Qilebanê. Bayram bi sedan wesayitan ve êvarê anîn bajarî wî û li vir ji aliyê bi hezaran ve hate pêşvazîkirin. Tabûta Bayram ê ku bi ala PKK'ê hatibû pêçandin anîn li ber Şaredariya Uzungeçîtê û rêveberên DBP'ê û MEYADER'ê jî di nav hezaran welatî tabût hildan ser milên xwe û ber bi goristana bajarokê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "PKK gel e, gel li vir e", "Rêhevalê Musa namire", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hate berz kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê û HPG'ê hatin hilgirtin.
'ERDOGAN LI PÊY KOMKUJIYÊN NÛ NE'
Cenazeyê Bayram ji aliyê hezaran ve di saetên şev de hate definkirin. Di merasîma cenazede Alîkarê Serokê DBP'a Şirnexê Îsmaîl Erk axivî û diyar kir ku AKP e jî hevkarê komkujiyên DAIŞ'ê ye û wiha got: "Li Kurdistanê AKP li ber her dilopek xwîn a ku bê rijandin de berpirsyar e. Erdogan ligel ku Serokomare wek berdevkê AKP'ê tevdigere û bang li polîs û leşkeran dike ku êrîşî gelê me yê ku komkujiyê şermezar dikin bike. Ev tê wateya ku Erdogan li pey komkujiyên nû ye û naxwaze serhildan û berxwedana gelê kurd bibîne. Em bejna xwe li ber rêheval Musa û hemû şehîdên kurdistanê ditewînin û soza berdewamkirina têkoşîna wan didin." Erk bang li hikûmetê kir û wiha pêde çû: "Êdî kêr gihîştiye hestî. Bi qetilkirina vî gelî hûn nikarin bigihêjin tu derekê. Em amade ne ku destê aştiyê bigirin lê em ê kesên ku dixwazin bi polîtîkayên qirêj pêvajoyê bimeşînin nasnekin."
Dayika Bayram Vesîle jî axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Vî agirî dilê hezaran dayikan şewitandiye. Êdî bila bi dawî bibe. Kurê min ji bo şeref û namûsa xwe şehîd ketiye. Şahadeta wî dê têkoşîna azadiya gelê kurd bilind bike. Em soz didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin."
Piştî axaftinan hezaran welatî bi dirûşmaya "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiyan.