Mihrîcana Mûnzûrê destpê kir

Mihrîcana Mûnzûrê destpê kir

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal ya 13’mîne ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê li darxistin, bi lîstikên gelêrî û pêşangeha wêneyên wênevanên herêmê destpê kir.

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku her sal ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê pêkanîn, îsal 13’mîn Mihrîcan bi slogana “Li Dêrsimê ji qirkirina çand û ekolojiyê re na, berxwe bide Dêrsim”, li ber Şaredariya Dêrsimê bi lîstîka Varvara ya Gelêrî destpê kir. Di mihrîcana ku gelek kes tevlîbûn de, dezgehên civaka sivîl û Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut tevlî bûn. Lîstikên gelêrî bi eleqeyek mezin hatin temaşe kirin, bênavber tîlîlî hatin avêtin. Piştî lîstikên gelêrî, di şaredariyê de pêşangeha wêneyên wênevanên herêmî ya binavê “Li Dêrsimê wêneyên 4 werzan” hatin pêşandan. Li vir Şaredarê Dêrsimê Edîbe Şahîn da diyakirin ku, mihrîcan bi lîstika gelêrî ya Varvara destpê kir. Şahîn anî ziman ku, di mihrîcana Mûnzûrê de firsend çêbûye ku hem amator û hem jî profesyonel bigihin hev. Piştî axaftinekî kurt, kurdele hate qutkirin û pêşangeh hate vekirin.

Mihrîcana bi panela binavê “Li Dêrsimê Elewîtiya Duh, Îro û Sibe” li Kolana Hunerê ya Mihricanê dom dike.