'Meşa Çareseriyê' ya gerîla dewam dike

'Meşa Çareseriyê' ya gerîla dewam dike

'Meşa Çareseriya Demokratîk' a gerîla, ku di 8'ê Gulanê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara KCK'ê destpê kir, dewam dike. Komeke din a gerîla ji Bakurê Kurdistanê xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Koma gerîla, bi merasîmeke leşkerî ya bi beşdariya gelek gerîlayan hat pêşwazîkirin. Di merasîmê de ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt, ji fermandarên HPG'ê Serdem Botan û Sînan Gever jî amade bûn.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Amed Malazgîrt li merasîmê axivî û da xuyakirin ku pirraniya hêzên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê, xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Malazgîrt diyar kir ku gerîlayên mayî jî di nava tevgerê de ne û destnîşan kir, ku armanca wan a di vê pêvajoyê de azadiya Ocalan û gelê Kurd e. 

'EMÊ RÊBER APO AZAD BIKIN Û GELÊ XWE RIZGAR BIKIN'

Malazgîrt got, "Ji bo Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi ser bikeve, piraniya komên me yên ji 8'ê Gulanê û vir ve di rê de ne, gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevalên me yên mayî jî, di nava tevgerê de ne. Em hêvîdarin ew hevalên me jî wê bi selametî bigihêjin qadên me. Armanca me ya di vê pêvajoyê de azadiya rêberê me û rizgariya gelê me ye. Armanca hemû komên me yên gerîla yên hatine ev e. Em bîr, bawerî û hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Çawa ku me di pêvajoya şer de têkoşîneke dijwar meşand, emê di pêvajoya aştiyê de jî têkoşîneke dijwar û xurt biweşînin. Emê bi vê têkoşîna xwe re Rêber Apo azad bikin û gelê xwe rizgar bikin."

'HER GOTINA RÊBER APO JI BO ME FERMAN E'

Ji fermandarên komê Botan Mardîn jî di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir, ku bi operasyonên şoreşger ên sala 2012'an re însiyatîfa leşkerî di destê wan debû û got, "Em jî li ser banga Rêberê xwe ji qada Bakur hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Her gotina Rêber Apo ji bo me ferman e. Baweriya me bi Rêberê me, gelê me û tevgera me ye."

'VEKIŞÎN, NÎŞANEYA ME YA DILSOZIYA BI RÊBERÊ ME RE YE'

Gerîlaya YJA Starê ya di komê de cih girt Mahabad Sîlopî jî da xuyakirin ku ew di çarçoveya dilsoziya xwe ya bi Ocalan re vekişiyane û got, "Banga Rêberê me ji bo me fermanek bû. Weke gerîlayên YJA Star, em wateyeke mezin didin pêvajoyê û di çarçoveya dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re, em vekişiyan.

Li dû axaftinan, merasîm bi silavdayina gerîla bi dawî bû.