Meşa ber bi Kobanê her dewam e
Meşa ber bi Kobanê her dewam e
Meşa ber bi Kobanê her dewam e
Di bin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, girseya gel a li ser xeta sînor nobedê digire, bi armanca destekkirina hêzên YPG'ê derbasî Kobanê dibe. Tevî ku çeteyên DAIŞ'ê gule li bi dehan mirovên ji sînor derbas bûn reşandin jî, piraniya wan ciwan gelek kesî xwe gihandin hêzên YPG'ê yên li KObanê.
Bi armanca destekdayîna hêzên YPG'ê yên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê Kobanê diparêzin, girseyên gel ji Bakur derbasî Kobanê dibin. Îro danê sibê jî gelek ciwan ji cihê mayinkirî derbas bûn û li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bo destekê bidin YPG'ê derbasî Kobanê bûn. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi vê derbasbûnê hesiyan, gule hem li welatiyên ji sînor derbas bûn reşandin, hem jî li gelê li Pirsûsê. Ciwanên derbasî Kobanê bûn, bi awayekî serketî xwe gihandin cihên hêzên YPG'ê lê ne. Nobedarên berxwedanê yên li Pirsûsê jî bi dirûşme û çepikan, destek dan ciwanên sînor derbas kirin.