Meşa Avhewayê ya Cîhanê hat betalkirin
Hikûmeta Fransayê, meşa avhewayê ya roja 29'ê Mijdarê betal kir.
Hikûmeta Fransayê, meşa avhewayê ya roja 29'ê Mijdarê betal kir.
Hikûmeta Fransayê, meşa avhewayê ya roja 29'ê Mijdarê betal kir.
Meşa ku dihat plankirin beriya Konferansa Avhewayê ya Cîhanê li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, bi biryara hikûmetê re hat betalkirin.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê, ku malovaniyê ji Konferansa Avhewayê ya Cîhanê re dike daxuyaniyek weşand û got, "Êrîşên 13'ê Mijdarê û serdegirtinên piştî wê, pêwîstiya ewlekarî zêdetir kir. Wê li cihên girtî û karibin bên ewlekirin, kombûn pêk were. Ji bo rê li ber pirsgirêkên zêde venekin, hikûmetê hemû meşên li Parîs û bajarên din qedexe kir."
Di Konferansa Avhewayê ya Cîhanê de tê payîn ku bi deh hezaran, sed hezaran mirov li hev bicivin. Koalîsyon 21 a ku beriya konferansê meş organîze dikir da zanîn, ku ew li bendê bûn, meş bê betalkirin.