‘Merkel bi çûyina xwe ya Tirkiyeyê bû hevparê qetlîamê’
Parlamentera Partiya Çep a Elman Heîke Hansel got Serokwezîra Elman Merkel tevî qetlîamên li Cizîrê jî çû Tirkiyeyê û bû hevparê vî sûcî.
Parlamentera Partiya Çep a Elman Heîke Hansel got Serokwezîra Elman Merkel tevî qetlîamên li Cizîrê jî çû Tirkiyeyê û bû hevparê vî sûcî.
Parlamentera Parlamentoya Federal a Dîe Lînke Heîke Hansel tevlî bîranîna li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê ya ji bo endama KJA Berjîn Demîrkaya ya di jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê hat qetilkirin bû, diyar kir ku Serokwezîra Elman Angela Merkel tevî li ber çavên her kesî li Cizîrê mirov dihatin qetilkirin jî çû Tirkiyeyê, ji ber vê jî hevpara vê qetlîamê ye, got wek welatiyek Elman ji vê helwesta Merkel şerm dike.
Ji bo Aktîvîsta KJA Berjîn Demîrkaya ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, ji aliyê Komîsyona Malbata Şehîdan li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê bîranîn hat organîzekirin. Berdevkê Reûtlîngeen ê Partiya Marksîst Lenînîst ê Elman Mîchaîl Weîdner û Parlamentera Parlamentoya Federal a Dîe Lînke Heîke Hansel û her wiha gelek Kurdistanî û dostên Kurdan tevlî aktîvîteyê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, Hevberdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan ya Navenda Çanda Kurd a Reûtlîngenê Îrfan Şahîn axivî, got li hember vê qetlîamê bersiva herî baş mezinkirina têkoşînê ye.
Birayê Berjîn Demîrkaya Hasan Demîrkaya jî axaftina Mehmet Tûn ê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin bi bîr xist, diyar kir ku wê li Kurdistanê Berjîn neqedin û têkoşîn wê hê bilindtir bibe. Li ser navê malbatê jî Rahşan Demîrkaya axivî, bal kişand ku şewitandina cesedan ji bo yên mayî peyamek e û armanca wan tepisandin e. Demîrkaya da xuyakirin ku heta Kurdistanek azad neyê avakirin wê hêrsa Kurdan kêm nebe.
EZ WEK ELMANEKÊ ŞERM DIKIM
Parlamentera Parlamentoya Federal a Dîe Lînke Heîke Hansel îfade kir ku beriya Serokwezîra Elman Angela Merkel biçe gel Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, nameyek ji bo rewşa mirovên tevî Berjîn Demîrkaya yên di jêrzemînan de ne fêr bibe dayiyê, diyar kir ku Serokwezîra Elman Angela Merkel tevî li ber çavên her kesî li Cizîrê mirov dihatin qetilkirin jî çû Tirkiyeyê, ji ber vê jî hevpara vê qetlîamê ye, got wek welatiyek Elman ji vê helwesta Merkel şerm dike. Berdevkê Reûtlîngeen ê Partiya Marksîst Lenînîst ê Elman Mîchaîl Weîdner jî qetlîam şermezar kir, hestên xwe yên piştevaniya bi Kurdan re anî ziman.
WEZARETÊ PIŞTÎ HAT QETILKIRIN AGAHÎ DA
Parêzerê malbata Demîrkaya Franz Spîndler jî îfade kir ku Wezareta Karên Derve heta Berjîn Demîrkaya jiyana xwe ji dest da jî ti bersiv nedaye serlêdanên wan, got ji bo hesabpirsîna vê qetlîamê wê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bidomînin.
Piştî axaftinan, têkîldarî jiyana Berjîn Demîrkaya sînevîzyonek hat pêşendan. Piştre ji bo Demîrkaya xwarina taziyê hat danîn.