Meleyên Wanê der barê çeteyên DAIŞ de bang li cîhana Îslamê kirin

Meleyên Wanê der barê çeteyên DAIŞ de bang li cîhana Îslamê kirin

Serokê VADAY-DER’ê Mugdat Mîrkoglu, diyar kir ku derdê hovên DAIŞ’ê bi Îslam û dewleta Îslamî nîne û bang li hemû cîhana Îslamê kir ku li dijî çeteyên çavsor bisekinin.

Serokê Komeleya Piştevaniya Oldarên Wanê  Mugdat Mîrekoglu bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir divê kesên dibêjin em li dijî van çeteyan e ne di gotinê, pratîkê xwe de pêk bînin.

Mîrekoglu destnîşan kir ku li Kurdistanê polîtîkayeke înkar, îmha û mirinê hatiye destpêkirin û got: “Gelo yên vê dikin ji me çi dixwazin. Me axa tu kesî dagir nekir, me dest dirêjî namûsa tu kesî, şerefa tu kesî nekiriye. Lê îro hinek dewletên ku ji xwe re dibêjin em Misilman in Suudî Erebîstan, Qatar, Afganîstan, Pakîstan û Çeçenîstan di bi navê DAIŞ’ê de hatine cem hev û êrîşî gelê Kurd dikin. Çi karê we li rojava heye. Aqlê xwe bidin serê xwe. Can, mal û xwîna Misilimanan ji bo Miilmanan heram e, ma hûn nizanin?  Di cejnan de tecawiz, kuştin, firotina jinan di 3Islamiyetê de heye gelo? Di kîjan pirtûka Semavî de heye. Hdefa we ne Îslamiyet e. Zalimî ye. Ji ber vê em bang li hemû cîhana Îslamê dikin ku li dijî vê hovîtiyê bisekinin.”