Medya Elman wê pîvana eşkerenekirina nasnameya sûcdaran biparêze
Konseya Çapemeniyê ya Elman da xuyakirin, ku ew ê pîvana xwe ya di nivîsandina nûçeyan de eşkerenekirina nasnameya sûcdaran, biparêzin.

Di daxuyaniya Konseya Çapemeniyê ya Elman (Presserat) de hat ragihandin, ku di nivîsandina nûçeyan de wê pîvana nenivîsandina ol û netweya sûcdaran, biparêzin. Ji rêveberên konseyê Lûtz Tîllmanns piştî civîna konseyê daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku guhertina xala 12.1 a Pîvanên Çapemeniyê di rojevê de nîne.
Tîllmanns da xuyakirin, ku piraniya endamên konseyê dane xuyakirin, ku divê pîvana 'eşkerenekirina ol an jî neteweya sûcdar' bê parastin. Tîllmanns diyar kir, ku ev pîvan ji bo organên medyayê ne mîna qedexeyê ye û ragihand, organên çapemeniyê di mijara detayên di nûçeyên xwe de bi kar bîne de serbixwe ne.
Li gorî xala 12.1 a Pîvanên Çapemeniyê yên Elman, ol, netewe yan jî agahiyên nasnameyê yên sûcdar, 'eger ji ber hin sedeman ji bo bo fêmkirina bûyerê bi kêr were' dikare bê dayîn.
Hin organên weşan-çapemeniyê bi vê pîvanê re dilsoz in, hin jî di wê baweriyê de ne ku ev ne rast e. Lê belê organên medyayê yên sereke û pispor di wê baweriyê de ne, ku eger mirovên sûc kiribin bi nasnameya xwe ya olî, neteweyî bibe mijara nûçeyan, ev yek dikare nîjadperestiyê zêde bike.