Medya Elman ji bazara bi AKP'ê re ya li ser penaberan aciz e

Bazara Yekîtiya Ewropayê (YE) bi taybetî Elmanya ya ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan bi hikûmeta AKP'ê re tê kirin, rastî nerazîbûna medya Elman tê.

Bazara Yekîtiya Ewropayê (YE) bi taybetî Elmanya ya ji bo çareseriya pirsgirêka penaberan bi hikûmeta AKP'ê re tê kirin, rastî nerazîbûna medya Elman tê. Di şîroveyên li hin rojnameyên neteweyî û xwecihî de tê gotin, 'Tirkiye ji şerê li Sûriyeyê sûdê werdigire' û hevkariya bi AKP'ê re tê kirin, tê rexnekirin.

DIE WELT: ŞERÊ SÛRIYEYÊ JI BO TIRKIYEYÊ 'DIYARIYEK' E

Di şîrovek li rojnameya rastgir Die Welt de hat ragihandin, Tirkiye bi saya krîza penaberan ji pereyan ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê werbigire, muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re ji nû ve bixe rojevê û ji welatiyên Tirk serbestiya vîzeyê werbigire, avantaj bi dest xistiye. Di nûçeyê de hat gotin, "Eger bi vî rengî dewam bike, şerê li Sûriyeyê wê ji bo Enqereyê bibe diyariyek."

Rojnameya Tagesspiegel jî di şîroveya xwe de bal kişand ser şaşîtiya vê bazarê, ku di berdêla her penaberekî ji Yewnanîstanê bê dersînorkirin, penaberek ji Tirkiyeyê bê wergirtin. Di şîroveyê de hat gotin, "Ev nêrîn, rê li ber hesteke baş venake."

'PIRSGIRÊKEK BI PERE WERE ÇARESERKIRIN NÎNE'

Ji rojnameyên sereke yên aboriyê yên welêt Handelsblatt jî destnîşan kir ku şaş e pirsgirêka penaberan bi mîlyaran euroyî were çareserkirin. Di şîroveyê de hat ragihandin, rewşa aboriyê ya parzemîna Ewropayê wê bala mirovan demeke dirêj bikişîne ser xwe û hat gotin, pirsgirêk bi alîkariya siyasî û malî ya li welatên penaber jê tên, dikare bê çareserkirin.

Di nûçe-şîroveya rojnameyê de hat xwestin, ji bo pêkhatina aştiyê li welatê şer lê diqewime, divê hewldan bên kirin.

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DI HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE 'ASTENGIYA MORALÊ' YE

Rojnameya Rhein-Zeitung di şîroveya xwe de diyar kir, binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, li pêşiya hevkariya bi AKP'ê re 'astengiya moralê' ye. Rojnameyê diyar kir, ku Enqere her krîza penaberiyê ji xwe re mîna firsendekî dibîne û edstnîşan kir, ku rêveberiya Tirkiyeyê bi 'aboriya lîberal û dîktatoriya bi motîfa îslamî' re, li pêşiya endametiya Yekîtiya Ewropayê asteng e.

'ERDOGAN KRÎZA PENABERIYÊ JI XWE NÊZÎ YEKÎTIYA EWROPAYÊ BIKE BI KAR TÎNE'

Rojnameya Reutlinger General-Anzeiger jî ragihand, ku Serokkomarê Tirk Erdogan krîza penaberiyê ji bo xwe nêzî Yekîtiya Ewropayê bike bi kar tîne. Rojnameyê bibîr xist, ku gelek welat xwe nade ber wergirtina penaberan ji Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku di bazariya penaberan de tawîzên polîtîk ên ji Tirkiyeyê re tên dayîn, gelekî giran in.