Meclîsa Gel a Qamişlo: Em ji bo çûna Kobanê amade ne

Meclîsa Gel a Qamişlo: Em ji bo çûna Kobanê amade ne

Endamên Meclîsa Gel a Qamişloyê diyar kirin ku ew amade ne ku bi şervanên YPG-YPJ’ê re li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Endamên Konseya Meclîsê Ahmet Fettah diyar kirin ku ew amade ne ku wek meclîs biçin Kobanê.

21 endamên Meclîsa Gel a Qamişlo bi armanca xwedîderketina li Kobanê li konê li cadeya Munîr Habîp a Taxa Xerbî hatiye avakirin ji bo ku bi şervanên YPG-YPJ’ê re li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin navê xwe nivîsandin. Di nava 21 endaman de Hevsreokên Rêveberiya Meclîsa gel a Qamişlo jî cih digire.

Endamê Konseya Meclîsa Gel Ehmed Fettah got: “Em ji bo çûna Kobanê amade ne. Em dixwazin biçin û li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Em dixwazin Kobanê ji çeteyan biparêzin."

Endama Parlamentoya Rojava Şemsîxan Gulo got ew amade ne biçin Kobanê û wiha got: “Roj roja xwedîderketina li Kobanê ye. Divê hemû Kurd xwedî li yekîtiya xwe derkevin. Divê Kurd xwedî li Kobanê derkevin.”