Meclîsa Gel a Kobanî hat serdana BDP’ya Wanê
Meclîsa Gel a Kobanî hat serdana BDP’ya Wanê
Meclîsa Gel a Kobanî hat serdana BDP’ya Wanê
Endamên Meclîsa Gel a Kobanî ya ji Rojava hatin Rêxistina BDP'ê ya Wanê ziyaret kirin. Parlementerê BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer, di mijara alîkarîkirina Rojavayê de rexnedayîna xwe da û bang li gelê kurd kir ku xwe bi rêxistin bikin. Serokê Meclîsa Gela Kobanî Ahmet Şêxo jî, diyar kir ku Rojava weke çar perçeyên Kurdistanê heman berdelî dane û got: "Şoreşa Rojava hatiye qonaxeke nû."
Endamên Meclîsa Gel a Kobanî ku ji Rojava hatine, Rêxistina BDP'ê ya Wanê ziyaret kirin. Li hewşa ku li ber avahiya rêxistinê Serokê Meclîsa Gel a Kobanî Ahmet Şêxo û endamên meclîsê, ji aliyê Parlementerê BDP'ê ya Wanê Ozdal Uçer, rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Bajaroka Sixkê Nezahat Erguneş, alîkarên şaredarê Wanê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên sendîqayên girêdayên Platforma Şaxên KESK'ê yên Wanê û gelek hemwelatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre Parlementer Ozdal Uçer axivî û bi bîr xist ku ew di pêvajoya aştiyê ku pir girîng de ne derbas dibin. Uçer, wiha got: "Birêz Ocalan jî got ji xwe 'her tişt di destê gel de ye'. Heke gel birêxistin nîn be em nikarin bi ser bikevin." Ozdal, anî ziman ku ew wek e rêxistina Wanê û gelê Wanê rexnedayîna xwe ya derbarê alîkariya ji bo gelê Rojava yê didin û wiha got:
"Dema li Wanê erdhêj çêbû ji gelek ciha ve alîkarî dihat, lê niha em di hêla alîkariyê de ji bo gelê Rojava yê de pir qels mane û kêm mane. Dema em serkeftina wan ên gav bi gav dinêrin em kêfxweş dibin lê, divê di hêla alîkariyê de jî em bi hîstiyar bin. Divê em her kes tiştê dikeve ser milên wan bike."
'Şoreşa Rojava hatiye qonaxeke nû'
Pişt re Serokê Meclîsa Gel a Kobanî Ahmet Şêxo, diyar kir ku têkoşîna aştiyê ya li Rojava tê dayîn wek e 4 perçeyên Kurdistanê tê dayîn. Şêxo, wiha got: "Divê em rewşa Rojava zanibin. Dewlemendiya Rojava pir heye. Hemû cîhan dixwazin xwe bigihijin in vê dewlemendiyê. Ji ber vê yekê ye bi salane ya kurdan bê nasname, bê vîn û ji jiyanê re mixtac hiştin. Lê, êdî îro şoreşa Rojavayê gihiştiye merheleyek nû."