Meclîsa Fransayê pêşnûmeya 'civakek bê karbon' qebûl kir
Li Fransayê ku wê ji Konferansa Aliyan a Peymana Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, meclîsê pêşnûmeyeke nû ya bi serenavê 'civaka bê karbon' qebûl kir.
Li Fransayê ku wê ji Konferansa Aliyan a Peymana Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 re malovaniyê bike, meclîsê pêşnûmeyeke nû ya bi serenavê 'civaka bê karbon' qebûl kir.
Li Fransayê ku wê ji Konferansa Aliyan a Peymana Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 a navbera 30'ê Mijdarê-11'ê Kanûnê re malovaniyê bike, meclîsê pêşnûmeyeke nû ya bi serenavê 'civaka bê karbon' qebûl kir.
Pêşnûmeya ku beriya COP21 ket rojeva Meclîsa Neteweyî, ji aliyê Partiya Sosyalîst (PS), Kesk û Ekolojî (EELV), Yekîtiya Serbixweyan (UDI) û parlamenterên çep ên radîlak ve dihat destekkirin.
Parlamenterên ji partiyên cuda yên pêşnûme pêşkêş kirin anîn ziman, ku ji ber polîtîkayên bi berpirsyarî yên di mijara avhewayê de tê meşandin ew 'kêfxweş' in.
Di pêşnûmeya ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin de ji Fransayê tê xwestin, ku hem di nava sînorên xwe de hem jî li qada navneteweyî angajeyî modeleke nû ya pêşveçûnê bibe. Di pêşnûyê de tê xwestin ku Fransa alîkariya pêşvebirinê ya ji bo welatê sêyemîn zêde bike û bi razemeniyên nû re sektora malî pêşkêşî xizmeta avhewayê bike.
Di pêşnûmeyê de her wiha hat xwestin ku di mijara bisînorkirina belavkirina karbonê û mekanîzmayên nû yên di vî warî de, pêşengiyê ji reforman re bike.