Meclîsa Fransa wê pêkanînên rewşa awarte kontrol bike

Ji bo kontrolkirin û şopandina pêkanînên rewşa awate yên li Fransayê, ku piştî komkujiya 13'ê Mijdarê hat ragihandin, biryar hat dayîn ku li Meclîsa Neteweyî komîsyonek were avakirin.

Ji bo kontrolkirin û şopandina pêkanînên rewşa awate yên li Fransayê, ku piştî komkujiya 13'ê Mijdarê hat ragihandin, biryar hat dayîn ku li Meclîsa Neteweyî komîsyonek were avakirin.

Komîsyona Qanûnê ya Meclîsa Neteweyî, li hemberî zêdegavî û bikaranîna wezîfeyê ji bo nebaşiyê ya di dema pêkanînên rewşa awarte de, ket nava tevgerê. Komîsyonê biryar da mekanîzmaya kontrolkirin û şopandinê bixe nava tevgerê. Serokê Komîsyonê Jean-Jacqûes Ûrvoas da zanîn, ku 'zêdegaviyên' saziyên ji be rewşa awarte erkên wan hatine zêdekirin, wê ji aliyê parlamenteran ve bên şopandin.

Biryar hat dayîn ku di bin sîwana Komîsyona Qanûnê de komîsyoneke lêpirsînê were avakirin. Her wiha tevî Ûrovoas, parlamenterê Partiya Komarger (LR) Jean-Frederîc Poîsson weke rapor hatin wezîfedarkirin.

Di çarçoveya biryarê de wê Wezîrên Karên Hundir û Edaletê, pêkanînên rewşa awarte di nava hefteyê de carekê ji komîsyonê re ragihînin. Her wiha tê plankirin ku Komîsyon di dawiya meha Çileyê de li Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve guhdarî bike.