Meclîsa Ciwanan a Arîn Mîrxan a Baselê ava bû
Meclîsa Ciwanan a Arîn Mîrxan a Baselê ava bû
Meclîsa Ciwanan a Arîn Mîrxan a Baselê ava bû
Nêzî 40 ciwanên li Baselê hatin cem hev, destnîşan kirin ku li dijî sîstema Modernîteya Kapîtalîst a tinekirina ciwantiyê, rêxistinbûyîna bi ruhê berxwedanê yê li Kobanê esas e û Meclîsa Ciwanan a Arîn Mîrxan a Baselê ragihandin.
Bandora berxwedana YPG/YPJ'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li her cihî deng vedide. Nêzî 40 ciwanên Kurdistanî bi armanca rûniştandina rêxistinbûyîna xwe li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê civiyan û li ser pirsa "Di çarçoveya bûyerên li Kurdistanê diqewimin de divê ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê çi bikin" nîqaş meşandin.
Ciwanan di axaftinên xwe de diyar kirin ku ruhê berxwedanê yê li Kobanê bandoreke mezin li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kiriye. Ciwanan li dijî sîstema tinekirina civakê ya li Ewropayê bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyînê û destnîşan kirin ku divê ciwanên Kurd bi berpirsyariya xwe rabin.
Li dû nîqaşên dûr û dirêj, avabûna Meclîsa Ciwanan a Arîn Mîrxan a Baselê hat ragihandin. Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê xebatên xwe ji niha û pê ve bi vî navî bimeşînin û bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê ew ê li meydanan bin.