Mazlum-Der: Berpirsê sereke dewlet e

Mazlum-Der: Berpirsê sereke dewlet e

Şaxa Amedê ya Mazlum-Der têkildarî bûyerên di xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên ser Kobanê de çêbûne daxuyaniya da, got ku di bûyerên çêbûne de dewlet berpirsê sereke ye.

Şaxa Amedê ya Mazlum-Der têkildarî bûyerên di dema xwepêşandanên şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li hember Kobanê û pêşketinên piştî wê daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hikûmet hat rexnekirin û hat diyarkirin ku di mijara di pêvajoya çareseriyê û li dijî çeteyên DAIŞ de ti gav neavêtiye.

Di daxuyaniyê de têkildarî bûyeran hat diyarkirin hemû civakên Tirkiyeyê ji dema damezrandina komarê vir ve berpirsiyariya Dewleta Komara Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan timî êşên di encama polîtikayên şaş de kişandiye û wiha got: “Heman şaşîtiya dîrokî hîna jî di mijara Kurdên Sûriyeyê de dubare dike” û daxuyanî wiha dewam kir: “Dewletê di mijara sedema nerazîbûnan de qasî tê xwestin lêkolîn nekir, di her dema pêvajo astê dimîne û çalakî armanca xwe derbaskirin de li cihê gavên lezgîn ên ji bo watedayîna pêvajoyê biavêje xwestiye bi rêya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêrsa civakê daxîne. Di nava hemû pirsgirêkan de pêkhateya DAIŞ a hov û ti pîvanan nas nake piştî aliyê hêzên emperyalîst ve derxistin ser dike, Kurd bi zilmeke din a di dîroka xwe de gelek caran dîtine re cardin rû bi rû hatin. Kurd bê ku li hemberî derve çek bi kar bînin, berê xwe dan Kobanê ya bi xwe bidest xistine û bi xwe dest bi rêveberiyê kirine.

Di dema 49 endamên sefaretxaneyê hatin girtin de Tirkiyeyê nedigot terorîst, li hemberî êrîşên DAIŞ ên ser Kobanê û hewldanên komkujiya li ser Kurdan de jî zêde ne hestiyar bû.”

BANGA HESTIYARBÛNÊ

Di daxuyaniyê de bi dewamî wiha hat gotin: “Weke Mazlum-Der destpêkê ji bo yên ji ber bûyeran jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehm, ji bo malbatên wan sersaxî û sebir û birîndaran re şîfa dixwazin. Em kesên di bûyeran de ji derveyî xweparastina rewa serî li tundiyê dane, bûne sedema windahiya can û malan bi tundî şermezar dikin. Em weke rêxistineke civaka sivîl a di qada mafê mirovan de dixebite li gel xebatên me meşandine, ji bo her kesê xwedî berpirsiyar bi berpirsiyartiyên xwe rabin, cardin ev civaka ji ber salên 90 gelek êş kişandine cardin nekevin nava êşan, hemû sazî û xebatkarên çapemeniyê ku ji bikaranîna zimanê tundiyê dûr bikevin, li hemberî çêkera xwe û raya xwe ya giştî rêya rast de bibin pêşeng.”