Marcî li Arjantînê ji sedî 54 ê dengan stend

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiya Arjantînê de, Maûrîcîo Marcî yê ku ji aliyê partiyên rastgir ên navendî ve tê destekirin, bi ser ket.

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiya Arjantînê de, Maûrîcîo Marcî yê ku ji aliyê partiyên rastgir ên navendî ve tê destekirin, bi ser ket.

Li gorî encamên destpêkê yê fermî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin weşandin, Şaredarê Bûenos Aîresê Marcî zêdeyî ji sedî 54 ê dengan stend. Danîel Scîolî ku ji aliyê Serokdewlet Chrîstîna Fernandez de Kîrchner ve hat destekkirin, ji sedî 46 ê dengan stend û hilbijaritn winda kir.

Hat ragihandin ku beşdariya li tûra duyemîn a hilbijartinê ji sedî 78 e.

Di tûra destpêkê ya hilbijartinên serokdewletiyê de Scîolî ji sedî 37, Macrî jî ji sedî 34 ê dengan stendibû.