Malbatên Roboskî: Werin em bi hev re sînoran rakin
Malbatên Roboskî: Werin em bi hev re sînoran rakin
Malbatên Roboskî: Werin em bi hev re sînoran rakin
Velî Encu di Nirxandina Pêncşemê ya malbatên Roboskî de axivî û li hemberî cezayê pere yê li malbatên mexdûran hatiye birrîn nerazîbûn nîşan da û ev bang li derdorên hestiyar kir; "Werin em bi hev re wan sînorên kesên deshilatdaran rakin, ku ji ber wan sînorên xwe 34 zarokên me bi bombebaranê kuştin. Naxwe wê bi sedema sînor binpêkiriye li ser gelê Kurd hîn gelek bombe bibarin."
Nirxandina Pêncşemê ya ji bo eşkerekiirina kiryarên komkujiyê, ji aliyê malbatên 34 sivîlên hatin kuştin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin, ya 78. pêk hat. Malbatên Roboskî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ev 547 roj in edaletê kujer dernexistiye holê û ceza nekiriye û destnîşankirin ku heta kujer hesabê bidin, ewê têkoşîna xwe dewam bikin.
"LÊ WE HESABÊ ŞEQAMA LI QEYMEQAM KET PIRSÎN..."
Li ser navê malbatên Roboskî Velî Encu daxuyanî da û got, "Dewlet ji bo me malbatên Roboskî ceza bike, dikeve nava hewldanan. We hesabê şeqema li Qeymeqam ket pirsîn, gef li malbatên me yên dilşewitî yên ji bo edaletê li ber xwe didin xwarin, we êş li êşê zêdekirin û heqaret li me kirin, ew jî têrê nekir bi sedema ku qurnefîl danîne cihê zarokên wan lê hatine kuştin, dadgehên we bêyî fedî bikin bêyî şermê bikin ceza li malbatên me birrîn. Ew jî ji ber sînorên we xêz kiribûn hatine binpêkirin. We ji 32 malbatan li 110 kesan çi jin çi mêr û keçeke 12 salî li her yek ji wan 3 hezar lîre cezayê pereyan birrîn."
"WERIN EM BI HEV RE SÎNORAN NAKIN"
Encu bang li derdorên xwedî wicdan kir û got, "Yên qurnefîlan datînin tên cezakirin, lên bombeyan diavêjin tên berdan, yên fermana bombebaranê, fermana kuştina 34 sivîlan didin nayên cezakirin, çima hesap nayê pirsîn. Keçeke 12 salî, ji ber qurnefîl daniye cihê birayê wê yê mezin lê hatiye kuştin, ji aliyê qanûnên Komara Tirkiyê ve hat darizandin û cezakirin. Werin em bi hev re wan sînorên kesên deshilatdaran rakin, ku ji ber wan sînorên xwe 34 zarokên me bi bombebaranê kuştin. Naxwe wê bi sedema sînor binpêkiriye li ser gelê Kurd hîn gelek bombe bibarin."