Malbatan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin
Malbatan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin
Malbatan serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan.
Li gel birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên 3 girtiyên bi navê Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hakki Alpan ên li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ji bo çûyîna Îmraliyê serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger ji serlêdanê re bersiveke erênî bê dayîn, malbat wê roja Duşemê biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Mehmet Ocalan herî dawî di 12'ê Hezîranê de çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Lê belê tevî ku Mehmet Ocalan çû giravê, serlêdana malbatên girtiyên din a ji bo çûyîna Îmraliyê hatibû redkirin.