Malbatan destek dan çalakiya girtiyan
Malbatan destek dan çalakiya girtiyan
Malbatan destek dan çalakiya girtiyan
Xizmên girtiyan ên li Sêrtê, destek dan çalakiya li girtîgehan, li Êlih û Aydin jî di çarçoveya kampanyaya piştevaniya gelên Rojava û Şengalê de, alîkarî şandin.
SÊRT
Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î di 15'ê Cotmehê de ji bo vekirina korîdora alîkariya însanî ya ji bo Kobanê û qutkirina alîkariya ji bo DAIŞ'ê dane destpêkirin, dewam dike. Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Sêrtê (TUHAD-DER), bi armanca destekirina vê çalakiyê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku rêveberên DBP û HDP yên Bajêr, Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn de, pankarta bi nivîsa "Em li girtîgehan mirinê naxwazin. Em destekê didin greva birçîbûnê" hat vekirin. Serokê TUHAD-DER Şaxê Sêrtê Hakîm Ekîncî daxuyanî da û diyar kir ku erîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi alîkariya hêzên navneteweyî yên li dijî Kurdan dewam dikin. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Êzidiyên li herêma Emmerich a Elmanyayê ku li ser sînorê Hollanda ye, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê ji bo gelê Kobanê û Şengalê alîkariya ji xwarin, kinc û derman berhev kirin. Alîkariya bi TIR'ekê hatin şandin li Êlihê nûnerên FKÊ radestî wezîfedarên Koordînasyona Rojava û Şengalê kirin. Rayedar wê alîkariyê li depoyê bicih bikin û li welatiyên Kobanê û Şengalê belav bikin. Nûnerê FKÊ Nedîm Erkîş der barê alîkariya ku kom kirine de daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ew ê piştgiriyê didin berxwedana Kobanê û Şengalê.
AYDIN
Li navçeya Aydin Dîdîmê, kampanya HDP'ê ya berî 10 rojan bi navê "Alîkariya ji bo gelê Kobanê û Şengalê" daye destpêkirin dewam dike. Alîkariya barê 16 ton xwarinê ji depoya alîkariyê ya li Mêrdînê re hat şandin. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Aydinê Pinar Akpinar der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Berxwedana gelê Kobanê û Şengalê dengekî şoreşê ye. Ji bo gelê Şengal û Kobanê yê ji êrîşên DAIŞ'ê reviyane, di çarçoveya kampanya xwe ya alîkariyê de me 16 ton madeyên xwarinê berhev kirin. Em ji tevahiya welatiyên xwe yên destek dan kampanya alîkariyê spas dikin û berxwedana Kobanê silav dikin."