Malbat wê biçin Îmraliyê

Malbat wê biçin Îmraliyê

 Xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û 2 malbatên girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên girtin wê roja Duşemê ji bo hevdîtinê biçin Girava Îmraliyê.

Xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan Fatma Ocalan, Xuşka Şeyhmus Poyraz Felek Cizlamaz û wasiyê Cumalî Karsu Pervîn Oduncu ji bo ku li Girtîgeha Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtin bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.

Rayedaran ji serlêdanê re bersiva erênî da.

Tê payîn ku malbat roja Duşemê  biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.