Mala xwe ji malbata Kobanê re vekir
Mala xwe ji malbata Kobanê re vekir
Mala xwe ji malbata Kobanê re vekir
Malbata ji Kobanê ji ber êrîşan gundê xwe terk kirin, li Bazidê li mala Vedat Tayfut bicih bûn. Zekeriya Huseyînê ji Kobanê, ev nêzîkatiya xwedîderketinê wek yekîtiya Kurdan bi nav kir.
Malbata ku ji Kobanê ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji gundê Edîqu yê Reqayê koçî Bakurê Kurdistanê kirin, welatiyê bi navê Vedat Tayfut yê ji Bazida Agiriyê lê xwedî derket. Malbata Zekeriya Huseyîn yê 35 salî, Raban Huseyîn a 35 salî û zarokên wan Mehseme Huseyîn û Mustafa Huseyîn yên 11 salî, li Kobanê bi saya şoreşê jiyana wan bi rêk û pêk bû lê piştî êrîşên çeteyan dîsa koçber bûn.
Zekeriya Huseyîn got bi saya şoreşê re jiyana wan baş derbas dibû lê piştî êrîşê çeteyên DAIŞ’ê, li gundê wan komkujî pêk hatiye. Zekeriya Huseyîn anî ziman ku Çeteyên DAIŞ’ê dema gundê wan girtiye dest, serê her kesî jê kiriye û ew jî bi saya YPG’ê xilas bûne.
Zekeriya got şert û mercan ew ji warê wan kirine û ew ê bi saya YPG’ê dîsa vegerin gundê xwe.
LEŞKERÊN TIRK TEHDÎD KIR
Zekeriya Huseyîn got ku dema derbasî Tirkiyeyê bûne leşkerên Tirk ew tehdîd kirine û bi saya berxwedana sînor derbasî Bakurê Kurdistanê bûne.
Zekeriya got piştî derbasî Pirsûsê bûne Vedat Tayfur ê ji Bazidê xwe gihandiye wan û ji wan re xanî girtiye û bi saya gelê Bazidê zehmetî nekişandine. Me germahiya Ararat di nêz de hîs kir. Ji bo me Bazîd Kobanê ye. Bazîda 900 kîlometre dûrî Kobanê, Kobanê tenê nehişt. Bi saya vî ruhî Kobanê nakeve."
Welatiyê bi navê Vedat Tayfur ê ku ji malbata Kobanê re deriyê mala xwe vekir jî diyar kir ku gelê Kurd bêxwedî nîn e hê zivistan nehatî divê kesên derfetên wan heyî malbatên Kobanê bikin mêvanê xwe. Tayfur, anî ziman ku piştevaniya gelê Kurd ji hemû cîhanê re nîşan da ku gelê Kurd tenê nîn e. Tayfur, da zanîn ku piştevaniya Kurdan û yekîtiya Kurdan wê çeteyên DAIŞ'ê têk bibe.