Madrîdê pêvajoya serxwebûnê ya Katalonya 'sekinand'
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, biryara herêma xweser a Katalonyayê ya ku pêvajoya serxwebûnê dide destpêkirin, sekinand.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, biryara herêma xweser a Katalonyayê ya ku pêvajoya serxwebûnê dide destpêkirin, sekinand.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, biryara herêma xweser a Katalonyayê ya ku pêvajoya serxwebûnê dide destpêkirin, sekinand.
Hikûmeta mûxafazakar a li Madrîdê, biryara Parlamenta Katalonyayê di 11'ê Mijdarê roj Çarşemê de bir ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn jî, ku piraniya endamên wê ji mûxafazakaran pêk tê, heman rojê ev îtiraz nirxand.
Hikûmeta Spanyayê dixwaze biryara parlamenta herêmî ya ku pêvajoya serxwebûna Katalonyayê dide destpêkirin, were betalkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryara yekîtiya dengan a 11 endaman re re biryara Parlamenta Katalonyayê bi awayekî otomatîk sekinand. Wê îtiraza hikûmetê dûre bi kûrahî bê nirxandin.
Dadgeran dan xuyakirin ku eger biryara wan a sekinandina pêvajoyê bi cih neyê anîn, ew ê ji ber bêîteatiyê lêpirsînê bidin destpêkirin. Hikûmetê kêfxweşiya xwe ya ji ber biryarê bilêv kir.
Bi qasî 48 saet beriya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, Parlamenta Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê dabû destpêkirin.
Partiyên alîgirê serxwebûnê yên ku di hilbijartinên herêmî yên 27'ê Îlonê de piraniya endamên parlamentê bi dest xistin, roja Duşemê ji Parlamenta Katalonyayê biryara serxwebûnê derxistibûn.
Bi vê biryarê re tê xwestin ku Katalonya di nava 18 mehan de ser bi xwe bibe û bibe xwedî saziyên dewletê.
Alîkarê Serokê Hikûmeta Katalonyayê Neûs Mûntê, da xuyakirin ku ji bo wezîfeya di 27'ê Îlonê de ji wan re hatiye dayîn bibin serî, ew ê xebatên xwe bidomînin.
Bi gotineke din, peyama 'wê li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevnegerin' hat dayîn.