Madeya radyoaktîf a li ser Fînlandiyayê nayê fêmkirin

Rêjeya zêde ya Sezyûm-137 a li atmosfera li paytexta Fînlandiya Helsînkî ye, rê li ber fikaran vedike.

Rêjeya zêde ya Sezyûm-137 a li atmosfera li paytexta Fînlandiya Helsînkî ye, rê li ber fikaran vedike. Tê texmînkirin ku ev madeya radyoaktîf ji santraleke nukleerî ya li Rûsya yan jî Estonyayê belav bûye û niha li her metrkupê 4 hezar mîkro-bekerel ji vê madeyê heye.

Di daxuyaniya Desteya Kontrola Atomê (Stuk) de hat ragihandin ku rêjeya madeya radyoaktîf a li ser paytext Helsînkî zêde ye. Rêvebera Stuk Tarja Îkaheîmonen da zanîn, rêjeya madeya radyoaktîf a bi navê Sezyûm-137, ji 3 û 4'ê Adarê û pê ve gihaştiye 4 hezar mîkro-bekerel a li metrekupekê.

Îkaheîmonen ragihand, zêdebûna rêjeya vê madeya radyoaktîf li Helsînê, rewşeke 'ji rêzê nîne' û anî ziman, ku rêjeya sezyûmê ya niha li atmosferê ye, ji bo tenduristiya mirovan 'zêde xetere nîne'.

Tê gotin, dibe ku ev madeya radyoaktîf ji santralên nuklerî yên li Rûsya û Estonyayê hatibe.

Ji rûdana karesata 1986'an a Santrala Nukleerî ya Çernobîlê û vir ve car carna rêjeya madeya radyoaktîf a li Fînlandiyayê bilind dibe. Lê belê heta roja îro di vê astê de zêde nebûbû.