M. Xeyrî Dûrmûş li ser gora xwe hat bîranîn
M. Xeyrî Dûrmûş li ser gora xwe hat bîranîn
M. Xeyrî Dûrmûş li ser gora xwe hat bîranîn
Yek ji berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmed Xeyrî Dûrmûş li ser gora xwe hat bîranîn.
Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Xeyrî Dûrmûş ku li dijî pêkanînên dijmirovahiyê û êşkenceyên li Zîndana Amedê bi Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz re di 14''ê Tîrmeha sala 1982'an de dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Duzagaç a Çewlikê hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê de li gel Parlameterê BDP'ê yê Çewlikê Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê û MEYA-DER amade bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirinê destpê kir û Nûnerê MEYA-DER'ê Yê Çewlikê Cengîz Tûran axivî. Tûran got, "Bi darbeya 12'ê Îlonê re, pergalê ji ser girtîgehan polîtîkaya temsîliyetê li ser gelê Krud ferz dikir. Li dijî van pêkanînên dijmirovahiyê, girtiyên şoreşger danê xwe dan û bûn bersiv."
'BERXWEDANA WAN, SERKETIN ANÎ'
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken jî got, "14'ê Tîrmehê roja bi dawîbûna gotinê, roja serketina hest, vîn û biryardariyê, roja afirîna gelekî ji xweliyê xwe ye. Destpêka ji nû ve vejîna gelekî ku hewl dihat dayîn bê tinekirin e. Eger em îro bi zimanê xwe, çanda xwe, bi rengê xwe xwedî li şehîdên xwe derdikevin, ev bi saya çalakiya fedaiyane ya 14'ê Tîrmehê ye."
Balûken destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, divê herkes xwedî li pêvajoya afirandina jiyana azad û netewa demokratîk derkevin.