London di îbrakirina pereyê reş de di rêza yekemîn de ye

London, ku weke navenda bazara fînansê ya navneteweyî tê naskirin, di heman demê de weke lîderê mijara îbrakirina pereyê reş tê zanîn.

Li gorî nûçeyek qenala televîzyonê ya BBC, bi deh hezaran xanî û apartmanên li Londonê yên şîrketên Offshore ne. Hat ragihandin ku li gelemperiya Brîtanya Mezin, bi qasî 100 hezar şîrketên kirîn û firotina malan ên şîrketên bi vî rengî ne.

Di nûçeya li ser daneyên National Crîme Agency hat amadekirin de, hat ragihandin ku ji ber razemeniyên ku parçeyek ji operasyonên îbrairina pereyê reş û yên ji derveyî welat tê ye, buhayê emlaqê zêde bûye.

Li gorî agahiyên saziya têkoşîna li hemberî nelirêtiyê ya bi navê Transparency Internatîonal, nirxê emlaqên xwediyên wan şîrketên offshore ne, 122 mîlyar paûnd e. Xwediyê rastî yê piraniya van emlaqan jî nepêkane ku werin tespîtkirin.

Di serî de London, Brîtanya Mezin ji îbrakirina pereyê reş ê ji gelek welatên cîhanê tê, weke 'qadeke ewle' tê dîtin. Tevî valahiyên di qanûnên têkoşîna li hemberî nelirêtiyê û îbrakirina pereyê reş, hin kêmasiyên di qanûnên emlaqê de, di rûdana vê rewşê de rolê dilîzin.

Li Brîtanyayê, di dema firotina emlaqê de bi tenê destûr tê dayîn ku nasnameya kesê difiroşe bê aşkerakirin. Nasnameya kesê emlaqê dikire jî bi tenê dikare ji aliyê parêzerê wî şexsî ve bê kontrolkirin.