Lîstika El Nûsra bi tifaqên nû têk diçe

Lîstika El Nûsra bi tifaqên nû têk diçe

Li dû êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, Eniya El Nûsra jî êrîşên xwe yên li herêma Heleb-Îdlîp-Efrînê şidand. Lîstika El Nûsra ku bi sûdwergirtina ji nakokiyên komên li herêmê dixwaze dorê li Efrînê bigire, bi tifaqên nû, têk diçe.

Eniya El Nûsra ya dixwaze Efrîn û derdora wê dagir bike, êrîşî herêmên di navbera Heleb û Efrîn, Efrîn û Îdlîpê dike. Cephet El Nûsra ku bi sûdwergirtina ji nakokiyên komên li herêmê êrîşên xwe şidandiye, lîstika wê bi tifaqên nû têk diçe. Cephet El Ekrad û Eniya Îslamî ku ev demeke li hev nedikirin, bi hevdîtineke duh re dawî li vê aloziya di navbera xwe de anîn.

EL EKRAD Û ENIYA ÎSLAMÎ LI HEV KIRIN

Hevdîtin li nêzî Helebê bi garantoriya YPG'ê de hat lidarxistin û ji berpisryarên Cephet El Ekrad Saleh Çepo, berpirsyarê têkiliyên derve yê Eniya Îslamî Mûstafa Xalid û berpirsyarê Asayîşê Elî Sico beşdar bûn. Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser mijarê; serbestberdana girtiyên di navbera aliyan de bû sedema aloziyê, têkoşîna li dijî dizî, nelirêtî û komên çete, rêxistinbûyîneke hevpar li Ezazê de, li hev kirin.

EL NÛSRA JI ALOZIYÊ SÛDÊ WERDIGIRE

Çavkaniyekî ku der barê hevdîtinê de agahî da û nexwest navê xwe aşkera bike, da xuyakirin ku Cephet El Nûsra ya ji nakokiyên navbera koman sûdê werdigire, dest bi êrîşan kiriye. Çavkaniyê mijara gotinê got, "Cephet El Nûsra, bi bikaranîna nakokiyên navbera koman re ji Cebel Zaviye dest bi êrîşan kir. Bi van êrîşan re gelek kom anî radeya tinebûnê. Hêzên Cephet El Ekrad û Eniya Îslamî jî, bi vê peymanê re ev lîstik pûç kirin."

RÊBAZÊN DAIŞ'Ê BIKAR TÎNE

Heman çavkanî da zanîn ku êrîşên Cephet El Nûsra rasthatin nîne û di demeke ku DAIŞ li Kobanê derbên giran dixwin de rû daye û got, "Mîna ku li deverê biryar hatiye dayîn ku Nûsra li derdora Helebê bikeve nava tevgerê. Her wiha Nûsra di dema dawî de di êrîşên xwe yên li hemberî derdora Îdlîp û Helebê de, rêbazên DAIŞ'ê bikar tîne. Ji bo komên dixwaze êrîşî wan bike di nava gel de dibêje 'diziyê dikin, alkolê vedixwin, çetekariyê dikin' û hin rêbazên şerê taybet bikar tîne. Bi vê rêbazê de gel dikşîne aliyê xwe û dest bi êrîşê dike. Li dû van êrîşan hin koman derbên giran xwarin, hin kom jî tine bûn. Hin koman ji ber ku nekarîbû zêde li ber xwe bide, teslîm bûn. Mînak; berpirsyarê komeke li Atmê Mûstafa Vaddah duh hat girtin. Ji bo êrîşkirina komên din, wê wî bikar bînin."

ÊRÎŞ JI BO DORPÊÇKIRINÊ TÊN KIRIN

Çavkanî ragihand ku armanca bingehîn a Nûsra dagirkirina Efrînê ye û diyar kir ku ji bo vê yekê jî dixwaze komên di navbera Heleb û Efrîn, Efrîn û Îdlîpê de bicih bûne, ji holê rake.

Çavkaniyê mijara gotinê got, "Êrîşên Cephet El Nûsra da destpêkirin, pêngava planeke nû ye. Armanca vê planê jî dorpêçkirina Efrîn û derdora wê ye. 

Lihevkirina her du eniyan, ev plan sist kiriye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku plan bi temamî ji holê rabûye. Qet nebe ji bo demeke kurt planên êrîşa liğ hemberî Efrînê têk çûye. Lê di dema pêş de wê bixwazin vî planî bi şêweyên cuda bimeşînin. Derdorên nikarin xwe li destketiyên Kurdan bigirin, her tim berê van koman (El Nûsra, DAIŞ) didin kantonan."