Li Zap û Çewlikê keşf
Li Zap û Çewlikê keşf
Li Zap û Çewlikê keşf
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 2’ê Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Zap û Kizilagaç a Çewlikê keşf pêk aniye. Her wiha hat ragihandin ku li bejahiya Nisêbînê û gundê wê Serêkaniyê tevgera leşkerî pêk hatiye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand wiha got,
“2’yê Cotmehê saet di navbera 21:30 û 21:50 de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a faşîst li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Zapê geriyane. Dîsa heman rojê saet di navbera 21:00 û 22:00’an de balafirên keşfê yên bê mirov li herêma Avaşîn bi armanca keşfê geriyane.
2’ê Cotmehê saet di navbera 13.00 û 14.00’an de li bejahiya navçeya Nisêbînê û gundê Nisêbînê Serêkaniyê tevgera artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî pêk hatiye.
2’yê Cotmehê saet di navbera 19:00 û 21:00’ê de balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li herêma Kizilagaç a Çewlikê bi armanca keşfê geriyane. Dîsa di navbera herêmên Çewlik-Kanîreşê de tevgera helîkopteran rû daye.