Li Zanîngeha Meletî xwendekar rastî êrîşa nîjadperest hat

Li Zanîngeha Meletî xwendekar rastî êrîşa nîjadperest hat

Xwendekarê Zanîngeha Înonu Omer E, dema ji dersê derket di nav kampûsê de rastî êrîşa komek nîjadperest a bi kêr û satoreyan hat.

Omer E yê di beşa Endezyariya Madenê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Meletî de dixwîne, dema ji dersê derket rastî êrîşa komek nîjadperest a bi kêr û satoreyan hat. Omer E, di êrîşê de bi giranî birîndar bû, bi ambulansa hat kampusê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Turgut Ozal. Omer E, hat emeliyatkirin. 

Gelek kesên di nav wan de rêveberên DBP û HDP’ê û xwendekar jî hene ku agahî wergirtin hatin nexweşxaneyê, rastî mudexelaya hêzên ewlekariyê hatin. Piştî hevdîtina di navbera rêveber û plîsan de ku mudaxele bi dawî bû aloziya li ber nexweşxaneyê didome.