Li Zanîngeha Dîcleyê êrîşî xwendekarên welatparêz kirin
Li Zanîngeha Dîcleyê êrîşî xwendekarên welatparêz kirin
Li Zanîngeha Dîcleyê êrîşî xwendekarên welatparêz kirin
Li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên Hîzbûlahê bi sator û daran êrîşî xwendekarên welatparêz kirin. Polîsên Tirk yên mudaxeleyî êrîşkaran nekirin, bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên welatparêz kirin.
Xwendekarên Hîzbûlahê yên li Fakulteya Perwerdeyê û Fakulteya Avahîsaziyê bi tûla, sator û daran êrîşî xwendekarên DUO-DER’ê kirin. Di encama êrîşî de piraniya wan jê xwendekarên welatparêz gelek xwendekar birîndar bûn.
Polîsên Tirk mudaxeleyî êrîşa xwendekarên Hîzbûlahê nekirin, lê belê bi bombeyên gazê êrîşî xwendekarên welatparêz kirin.
Di fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê ku sloganên “Bimire PKK” û dengên “Allah Allah” vedidan, her wiha bombeyên gazê yên polîsên Tirk, destûr nedan xwendekarên welatparêz derkevin derve. Zanîngeh vegerî qada şer.
Bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê didomin.