Li Zanîngeha Dîcleyê binçavkirina destpê kir

Li Zanîngeha Dîcleyê binçavkirina destpê kir

Bûyerên ku du roj berê li Zanîngeha Dîcleyê ku tê gotin alîgirên Hizbullahêne êrîşî xwendekarên welatparêz kirin, berdewam dikin.

Piştî di pevçûna îro de jî 4 kes birîndar bûn, wesayîtên zirxî û TOMA ketin hundirê kampusê û hate ragihandin ku, polîsan gelek kes binçavkirin.

Piştî bûyerên li zanîngehê rûdan heyeta di nav de Hevseroka KCD Aysel Tûglûk û Hevseroka BDP’a Bajar Zubeyde Zumrut jî heyî çûn zanîngehê û hevdîtin bi xwendekaran re pêkanîn. Hevdîtina heyetê bi xwendekaran re didom, hate hînbûn ku polîs çepûrast xwendekar û sivîlan binçav dike. Her wiha hate ragihandin ku dibe hêjmara birîndaran zêde bibe.