Li Yola êrîş: 32 mirî, 80 birîndar

Li bakurrojhilatê Nîjerya bajarê Yolayê, di êrîşeke bombeyî de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 80 kes jî birîndar bûn.

Li bakurrojhilatê Nîjerya bajarê Yolayê, di êrîşeke bombeyî de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 80 kes jî birîndar bûn.

Wezîfedarê Xaça Sor ê Yolayê ragihand, ku 31 kes mirine, 72 jî birîndar bûne. Êrîş li taxa Jambûtû rû da, ku li vê taxê Serokdewletê Nîjeryayê gotibû ku wê Boko Haram têk biçe. Berpirsyarê Xaça Sor ê Yolayê Aiyû Maîkano da xuyakirin, ku teqîn di nava girseyeke qelebalix de pêk hatiye.

Şahidekî bûyerê ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku teqînê piştî nimêja êvarê di dema derketina mirovan ji mizgeftê de pêk hatiye. Piştî teqînê ambûlans gelek caran çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê Boko Haram ve hatiye kirin. Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî roja Înê çûbû Yola, li vir xelat dabû leşkeran û kampa koçberan ziyaret kiribû. Serokdewlet li vê derê dabû xuyakirin ku Boko Haram wê têk biçe.