Li Xurmato di meha Remezanê de hatin û çûn qedexe kir

Li Xurmato di meha Remezanê de hatin û çûn qedexe kir

Bi sedema xirab bûna rewşa ewlehiya navçeyê, hêzên ewlekariyê biryar girtine ji seet 10’ê şevê ve heta seet 5’ê siharê hatin û çûyîn li nav navçeya Xurmato neyêt kirin.

Ji ber sedema ku ev demeke li navçeyê rewş ne arame, ji bona ku rewşa navçeyê hinek bi aramtir derbaz bibe hêzên ewlekariyê biryarek girtine, qeymeqamê Xurmatoyê Şelal Ebdul ji ANF’ê re ragihand ku, ji beriya meha Remezanê û di destpêka meha Remezanê de li navçeyê rewşa ewlehiyê ketibû di nava xeteriyê de, jibo na wê jî hêzên ewlehiyê  biryar girtine di meha Remezanê de ji seet 10’ê şevê heya seet 5’ê siharê hatin û çûn li nava Xurmatoyê  qedexe bikin.

Herwiha Şelal Ebdul da diyar kirin ku, ew dê hêzên ewlehiyê di meha Remezanê de zêde bikin û bi awayek xurt li ser ewlehiya bajêr rawestin, ji bo na xelkê bajêr di nava aramiyê de meha
Remezanê derbaz bike.