Li Xelfetiyê dengê aşitî û biratiyê bilind bû

Li Xelfetiyê dengê aşitî û biratiyê bilind bû

Çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê ku weke “Ji nû ve  jidayikbûna” gelê Kurd tê binavkirin, heta derengiya şevê berdewam kir. Kurdan li qada Mihrîcanê ya Xelfetiyê li ber agir govend gerand û ji sibê heta êvarê dengê aşitî û azadiyê bilind bû.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” tê pîrozkirin. Çalakiyên bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê duh dest pê kirin heta dreengiya şevê berdewam kirin.

Hevserokên Giştî yên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî tevlî pîrozbahiya 64’emîn salvegera jidayikbûna Ocalan bûn û piraniya wan ên Navenda Çandê ya Mezoptanyayê (NÇM) 64 hunermend derketin ser dikê û 64 stran ji bo rojbûna Ocalan gotin. Piştre sînevîzyon û şano hatin nîşandan.

Ji bo ewlehiyê jî derdora 300 kesî hatin peywirdarkirin. Ji 7 heta 70 salî bi dehhezaran kes rojbûna Ocalan pîroz kir. Di şahiyê de piştî meşa bi meşale, bi agir navê “Apo û PKK” hatin nivîsandin, gel li derdora agir kom bû bi tilîlî û fîtikan govend gerandin. Her wiha bê navber dirûşima “Bijî Serok Apo” qêriyan. Girseya ku ji bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn di konên ku berê vedabûn de razan.

Her wiha, dê heyetek temsîlî ji bo rojbûna Ocalan biçe gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ku Ocalan lê ji dayik bibû û dê li wir paste bibirin. Her wiha dê şitil biçînin.

‘ZIMAN  Û AXA ME NE AZAD E, LÊ AŞITÎ NÊZÎK E’

ANF’ê nêrînên gel ên derbarê pêvajoyê û rojbûna Ocalan de girt. Sabîha Ekîncî ya ku gundê wan hatiye şewitandin dibêje: “Gelek tişt çêbûn, lê gelek caran aşitî anîn ziman. Lê mirov vê carê hêviya me zêdetir e. Em piştgiriyê didin peyama Ocalan. Peyama Birêz Ocalan ji bo me girîng e. Tu dibêjî qey di van du mehên dawiyê de hemû êşên me sivik bûne. Gelê Kurd gelek êş dît. Lê dê bi vê êşê azadî bi dest bixe. Me ne ji birçîbûn, xizaniyê, ji ber ku ziman û çanda me tê înkarkirin em têdikoşin.”

 Ekîncî ku got: “Em ji pêşengiya rêbertiyê didomînin” û bi vî awayî dilsoziya gelê Kurd a bi Ocalan re anî ziman: “jinên Kurd li pişt Ocalan in. Rêbertî ji bo me pir hêja ye. Ji ber ku jinên Kurd bi Rêbertiyê re hebûna xwe nas kir. Ne hevser, ne jî malbata me nedihiştin em azad bibin. Lê min niha mala xwe hiştiye ez hatime li vir im vê şevê. Me hêza xwe ji Rêbertiyê girt, em ê vê riyê bidomînin. Li cîhanê tu rêberan bi qasî rêbertiya me nirx nedaye jinê. Em ê xeta rêbertiyê bidomînin. Zimanê me, axa me ne azad e, lê aşitî nêzîk e.”

4’Ê NÎSANÊ SEDEMA HEBÛNA GEL E

Rojhat Ertaş jî di axaftina xwe de bal kişand ser Bihara Ereban a ku sala borî dest pê kir û diyar kir ku divê bi taybet aliyên çepgir piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ertaş got: “Divê gel di vê pêvajoyê de li cem gelê Kurd bin û pêvajoyê heba nekin.”

Ertaş ku bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de her ku diçe hêviya ji bo aşitiyê xurtir dibe , ji bo dilsoziya gelê Kurd a bi Ocalan re got: “Sedema kombûna gel li vê derê xwedîderketina li rêbertiyê û pêkanîna aşitiyê ye. 4’ê Nîsanê sedema hebûna gel e. Îro ji aliyê sedhezaran ve tê pîrozkirin.”