Li Xelfetiyê coşa 4’ê Nîsanê
Li Xelfetiyê coşa 4’ê Nîsanê
Li Xelfetiyê coşa 4’ê Nîsanê
Bi dehhezaran kesên ji 7’an heta 70’ê ji bajarên Kurdistanû tirkiyeyê ji bo tevli pîrozbahiya 64’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd bibin, çûn Amarayê û li Qada Mîhrîcanê civiyan. Jinan bi cil û bergên xwe yên netewî rengê xwe dan qadên. Her wiha hatina bo pîrozbahiyê jî didome.
Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Kurdistanê re statu’ i navçeya Xalfetî ya Rihayê bi dehezaran ks berhev bûn. Girseyê bê navber dirûşmeya ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘ Bê Serok jiyan nabe’ hatin qêrîn.
Li qadê alên PKKyi, PYD, YPG, postê rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, wêneyên hersê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wêneyê Mahsum Korkmaz hatin daliqandin. Her wiha pankartên bi ser navên ‘em li dora roja xwe xeleka agirin’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’, ‘Çiqas berxwedan ewqas aştî, çiqas serhildan, ew qas azadî’ hatin daliqandin.
Jinan bi cil û bergên xwe qad xemilandin û bi hezaran kesên ku dê îşev li qadê bimînin jî kon vedan.