Li Westanê li dijî cerdevantiyê bertek

Li Westanê li dijî cerdevantiyê bertek

Qeymeqamtiya navçeya Westanê ku dixwaze qadroyên nû yên cerdevaniyê bide gundên derdor, BDP’a navçeya Westanê bertek nîşanda û nêzîkatiya qeymeqamtiyê şermezar kir.

Endamên BDP’a navçeya Westana Wanê bertek nîşanî nêzîkatiya Qeymeqamtiya Westanê dan ku hewil dide ji bo cerdevantiyê qadroyên nû bide gundên derdor. BDP’a Westanê li avahiya xwe civînek ya çapemeniyê li darxistin û di daxuyaniyê de Serokê BDP’a Westanê Basrî Arslan û rêveberên BDP’a navçeyê tevlî bûn. Arslan di daxuyaniya çapemeniyê de qeymeqamtî bi zimanekî tund şermezar kir û got: “21’ê Adarê li Newroza Amedê ya me jêre dibêjin ‘pêvajoya çareseriya demokratîk’, çek bêne bêdeng kirin û pirsgirêka Kurd li ser bingehekî demokratîk bê çareserkirin hate destpê kirin. Ji bo ev pêvajo bi awayekî tendurist birê biçe, çav lê ku yekîneyên şerê taybet ê bi şêwazê cerdevaniyê hatibû avakirin di vê pêvajoyê de bê tunekirin, lê em dibin şahid ku niha van yekîneyan hîn zêdetir dikin.”

Arslan destnîşan kir ku, weke ku li tevayî Kurdistanê li Westanê jî dezgehên bipaye sîstema cerdevaniyê zêde dikin û didomînin. Arslan da zanîn ku, “Di encama van xebatan de dixwazin çekên nû bilav bikin. Çawa ku ev hewildanên wiha ne li gorî ruhê pêvajoyê ne jî, di nava gel de dibin sedema fikaran. Ji bo ev pêvajo bi awayek tendurist bi rêve biçe, em bawer dikin ku pêwîste dawî li hewildanên wiha ên provokatîf were.”